Serokê Neteweyî yê Sinn Fein Kearney: Em bi gelê Kurdistanê re di nav piştevaniyê de ne
Serokê Neteweyî yê Sinn Fein Declan Kearney li Brukselê bi Demîrtaş re civiya, peyama piştevaniya bi gelê Kurdistanê re da.
Serokê Neteweyî yê Sinn Fein Declan Kearney li Brukselê bi Demîrtaş re civiya, peyama piştevaniya bi gelê Kurdistanê re da.
Serokê Neteweyî yê Sinn Fein Declan Kearney li Brukselê bi Hevserokê Giştî yê HDP’ê Demîrtaş re civiya. Di hevdîtinê de Demîrtaş daxwaz kir ku ji ezmûnên Sinn Feinê sûdê wergirin, Kearney jî diyar kir ku ji bo tevkariya aştiyê amade ne, wiha peyam da: “Em bi gelê Kurdistanê re di nav piştevaniyê de ne.”
Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahattîn Demîrtaş ji bo tevlîbûna 12. Konferansa Kurdan a Navneteweyî ya li Parlamentoya Ewropa (PA) didome, li paytexta Belçîka Brukselê ye, îro li salona koma Sinn Fein bi rayedarên partiyê re hevdîtin pêk anî. Nûnerê Ewropa yê HDP’ê Eyup Doru û Yasîn Sûca jî tevlî hevdîtinê bûn. Li ser navê Partiya Sinn Fein jî komek ji parlamenterên Parlamentoya Ewropa di seroktiya Serokê Neteweyî Declan Kearney de amade bûn. Di hevdîtinê de pêşketinên dawî, pêvajoya aştiyê yên li Tirkiyeyê û ezmûnên Sinn Fein hatin gotûbêjkirin.
DEMÎRTAŞ: EM DIXWAZIN JI EZMÛNÊN WE SÛDÊ WERGIRIN
Di hevdîtinê de Hevserokê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş ji vê hevdîtinê kêfxweşiya xwe anî ziman, wiha dewam kir: “Têkoşîna me û ya we pir dişibin hev. Aliyên me yên hevpar hene, ji ber vê jî em girîngiyê didin têkîliyên ji demek dirêj de di navbera partiyên me de. Em wek gel û têkoşîn dixwazin sûdê ji ezmûnên we yên pêvajoya aştî û muzakereyê wergirin.”
Demîrtaş got dixwazin ku PE û YE di pirsgirêka Kurd de însiyatîfê bigire.
Demîrtaş got partiya mezin a 3. a parlamentoya Tirkiyeyê ne, lê dixwazin vê jî derbas bikin û ji Kearney re wiha got: “Ez dixwazim we dawetî Enqere û Kurdistanê bikim.”
DEMÎRTAŞ: BILA YE ZEXTÊ LI SER AKP’Ê BIKE
Demîrtaş destnîşan kir ku divê Ewropa zextê li ser AKP’e û Erdogan bike, wiha dom kir: “Mijara penaberan girîng e, lê tenê ji bo vê dengê xwe dernexistin û çavên xwe ji Erdogan re girtin ne rast e. Hikûmeta AKP’ê ne demokratîk e. Piştgiriya hikûmetek wiha wê pirsgirêkan hê mezintir bikin. Ji ber vê jî divê Yekîtiya Ewropa ne piştgiriya sûcên Erdogan bike, pêwîst e ji bo vegera pêvajoya aştiyê zextê li ser bike.”
Demîrtaş xwest ji bo pêvajoyek muzakereyan ji Parlamentoya Ewropa jî heyeteke çavdêrî hebe. Selahattîn Demîrtaş diyar kir ku pêwîst e tevahî partiyên li Parlamentoya Ewropa heyetê bişînin Kurdistanê, da xuyakirin ku parlamenterên Sinn Fein jî cih bigirin wê kêfxweş bibin.
KEARNEY: ÇI JI DESTÊN ME BÊ EM AMADENE KU PÊK BÎNIN
Serokê Neteweyî yê Sinn Fein Declan Kearney anî ziman ku bûyerên li Kurdistanê ji nêz ve dişopînin, wiha dewam kir: “Salên bihurî ji serokên partiya me Gerry Adams daxuyaniya piştgiriyê dabû. Ew peyam ji bo îro jî derbasdar e. Em bi gelê Kurdistanê re di nav piştevaniyê de ne, pişgiriya têkoşîna we dikin.”
Serokê Neteweyî yê Sinn Fein Declan Kearney destnîşan kir ku ji bo aştiyek mayinde divê hêzên navneteweyî jî bikevin dewrê, wiha axivî: “Ez we fêm dikim. Me jî pêvajoyên nêz jiyan. Ji bo aştiyek mayinde pêwîstî bi piştevaniya navneteweyî heye. Pêvajoya me ya aştiyê jî pir bi pêl bû. Di demeke pêşketinê de ji nişka bi paş ve diçû. Ji ber wê em we fêm dikin. Em wek partî çi ji destên me bên, em amadene ku alîkariyê bikin û tevkariyê bikin.”
Kearney got wek Sinn Fein 5 prensîbên bingehîn ji xwe re kirine esas, wiha ragihand: “Civakbûyin, pîvanên Komarê, avakirina pêşerojê, demokrasî û lihevhatin me ji xwe re kir prensîb. Em amadene ku ezmûnên xwe yên di vê mijarê de bi we re parve bikin.”