KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Li Helebê 5 çete hatin kuştin
Şervanên YPG’ê li gundewarê Kobanê û Taxa Şêxmeqsûdê êrîşên çeteyên DAIŞ’ê û El-Nusrayê têk birin. -
Sariyildiz: Eger em birîndarên xwe negirin, berdêla wê çi dibe bila bibe em diçin wir!
Daxwaza wergirtina birîndaran a Parlameterê HDP’ê Sariyildiz û malbatan hat astengkirin. Sariyildiz wiha got: "Eger birîndar neyên rakirin, sibehê em ê bi dayikan re biçin taxê. ” -
TJK-E: Em derkevin kolanan, jiyanê rawestînin!
Di daxuyaniyê de ji bo tevlîbûna çalakiya wê 27’ê Çileyê li pêşiya Konseya Ewropa bi dawî bibe banga tevlîbûna girseyî hat kirin. -
Li Sûrê zarokek birîndar bû
Li Taxa Ziya Gokalp a navçeya Sûre, zarokê 9 salî yê bi navê Ramazan Bertan ji ber parçeyên bombeya hêzên dewleta Tirk birîndar bû. -
MLKP Rojava: Li Kobanê hem DAÎŞ û hem jî Erdogan têk çû
MLKP Rojava daxuyaniyek nivîskî da û wiha got: “Di serkeftina 1. salvegera rizgarkirina Kobanê de, şehîdên me yên ku ev serkeftin diyarî gelê me û hemû gelên bindest kir, bi rêzdarî û mînet bi bîr tînin.” -
YPS-Jin: Reya hevala me ya Dorşîn reya me ye
YPS-Jin der barê endama YPS-Jin Zelal Dalgalî de daxuyani da û wiha got; "Çalakiya hevala me Dorşîn ji bo dayikên me yên li Sûr û Cizîrê û hemû mirovên me yên hatine qetilkirin e". -
Kalkan: Bi dirûşma 'Her der Cizîr, her der Sûr' berxwedan divê
Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Kalkan bang li her kesî kir ku derhal li dijî dîktatoriya AKP'ê derkevin û got, "Divê Sûr û Cizîr werin parastin. Berxwedana li van deran bên dewamkirin. Divê AKP were têkbirin." -
Yuksek: Divê her kes bê Girêmîra
Hevserokê Giştî yê DBP’ê Kamûran Yuksek tevlî nobeda berxwedanê ya li Girêmîra bû, wiha got: “Yê dikarin werin bila werin Girêmîra, yên nikarin jî li cihê xwe rabin ser piyan.” -
Yekemîn civîna Meclîsa Leşkerî ya HSD’ê hat lidarxistin
Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD), bi beşdarbûna hemû yekgirtinana yekemîn civîna Meclisa Leşkerî lidar xistin. -
Çalakiya greva birçîbûnê ya li pêşiya Parlementa Fransayê didome
Çalakiyên Kurdistaniyan ên ji bo şermezarkirina dewleta Tirk û hikûmeta AKP'ê, li Ewropayê didomin. -
NPG: Dewleta Tirk sivîlan qetil dike û bi derewan dibêje 'Me PKK'yî kuştin'
Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel (NPG) diyar kir, ku dewleta Tirk li Kurdistanê sivîlan qetil dike, lê bi derewan dibêje 'Me PKK'yî kuştin'. NPG'ê ev pirs kir: "Eger hêzên ewlekariyê yên dewleta AKP'ê 711 kuştin, cenaze li ku ne?" -
Yildizgorer ê ji aliyê dewleta Tirk hat qetilkirin ber bi rêwîtiya dawî hat oxirkirin
Ruzgar Yildizgorer (25) ê li Cizîrê hat qetilkirin, li Şirnexê ber bi rêwîtiya dawî hat oxirkirin. Di merasîmê de bav Yasîn Yildizgorer axivî, diyar kir ku kurê wî şehîdê Kurdistanê ye, wiha got: “Bila serê gelê Kurd sax be.” -
PKK: Ya ku li Kobanê bi ser ket, xeta lehengiyê ya Ocalan e
Di daxuyaniyê de hat gotin, "Li Kobanê, xeta lehengiyê ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û ruhê berxwedanê yê PKK'ê bi ser ketiye." -
FEDA: AKP a zarokan qetil dike, hewl dide Elewiyan asîmîle bike
Federasyona Elewiyên Demokratîk a Ewropa (FEDA) diyar kir ku ‘Mektebên Îrfanê’ yên AKP’ê civaka Elewiyan dike hedef. -
Li Sûrê şer dijwar bû
Êrîş û dorpêça terora dewleta Tirk a li ser navçeya Sûrê ya Amedê di roja 56. de didome. -
Ji 24 birîndaran re ambûlans nîne, bombeyan dibarîne!
Hat diyarkirin ku rewşa Sûltan Irmak a di nav birîndaran de giran bûye û dike jiyana xwe ji dest bide. -
KCK: Yekane hêza divê ne li Cenevreyê be AKP a ku DAIŞ û El Nûsra xwedî dike ye
KCK: Eger qala hêviya avakirina sîstemeke nû ya li Sûriyeyê tê kirin, yê ku ev afirand Şoreşa Rojava ye... Yekane hêza divê tevlî Cenevreyê nebe hikûmeta AKP'ê ye, ku bi xwedîkirina DAIŞ û El Nûsra re ev çete kirine belayê serê mirovahiyê. -
Birîndarên li Cizîrê li pêş çavên her kesî jiyana xwe ji dest didin
Wezaret di civîna bi HDP'yiyan re, mîna ku qebûl dike tevdigere. Lê li aliyê din Walî heman wezaretê, fermanek berevajî vê nêzîkatiyê dide. -
Gelê Amedê wê sibe ber bi Sûrê ve bimeşe
Ji bo şikandina dorpêçî û terora dewletê ya li ser Sûrê, ku 56 roj in didome, sibe li gelemperiya Amedê wê jiyan bisekine û gel ber bi Sûrê ve bimeşe. -
Li Amedê polîsan avêtin ser avahiyên DBP û Halkevlerî
Li navçeya Amed Yenîşehîr, polîsên tîmên tevgera taybet danê sibehê avêtin ser avahiya HDP'ê ya Navçeyê û Halkevlerî ya Fîskaya. -
Komalên Ciwan: Divê ciwan biherikin nava refên YPS'ê
Koordînasyona Komalên Ciwan li dijî êrîşên AKP'ê yên ji bo qirkirinê li Bakurê Kurdistanê dimeşîne, banga mezinkirina berxwedanê kir. -
Hêrsa gelê Rojava li hemberî AKP'ê zêde dibe
Welatiyên Til Temirê yê Kantona Cizîrê, êrîşên dewleta Tirk ên li Bakurê Kurdistanê şermezar kirin û destek dan berxwedana xwerêveberiyan. -
Li Cizîrê birîndarekî din jî jiyana xwe ji dest da
Di roja 44. a dorpêçî û terora dewleta Tirk de, li navçeya Şirnex Cizîrê êrîşên hêzên dewletê yên bi tank, top û maşînên zirxî yên li hemberî taxa Cûdî dewam dikin. -
Elçî: Eger em bêdeng bimînin, dibe ku birîndarên me jiyana xwe ji dest bidin
Kekê Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî yê li Sûrê hat qetilkirin Ahmet Elçî got, "banga min ne li mêtîngeran e, li gelan e" û ji her kesî xwest li ber xwe bide. -
Tevî hemû astengiyan jî bi sedan kes gihîştin Girê Mîra
Bi sedan kesên piştî 2. Kongreya Asayî ya HDP'ê ji bo piştgiriyê bide gelê Botanê ji Enqereyê bi rê ketin, tevî hemû astengiyên dewletê jî gihîştin Girê Mîra.