Kalkan: Bi dirûşma 'Her der Cizîr, her der Sûr' berxwedan divê

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Kalkan bang li her kesî kir ku derhal li dijî dîktatoriya AKP'ê derkevin û got, "Divê Sûr û Cizîr werin parastin. Berxwedana li van deran bên dewamkirin. Divê AKP were têkbirin."

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Kalkan bang li her kesî kir ku derhal li dijî dîktatoriya AKP'ê derkevin û got, "Divê Sûr û Cizîr werin parastin. Berxwedana li van deran bên dewamkirin. Divê AKP were têkbirin."

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Dûran Kalkan bû mêvanê bernameya 'Polîtîk Alan' MED NÛÇE û der barê mijarên di rojê de bersiv da pirsên rojnamevan Ersîn Çelîk.

Kalkan da xuyakirin ku berxwedana li Bakurê Kurdistanê berxwedana mirovên azad e û berxwedanek li ser rêya serketinê ye. Kalkan ragihand, ku AKP di rêyeke asêmayî de ye û got, "AKP ketiye rêya dîktatoriyê. Ketiye rêya komkujî û qirkirinê. AKP'ê dev ji paşeroja xwe jî berda. AKP nikare rewşa xwe ya xitimî çareser bike, komkujiyan ji xwe re weke çare dibîne, koçberkirinê ji xwe re weke çare dibîne; qirkirinê dike. Ya ku AKP di bin navê 'Plana Têkbirinê' de li Kurdistanê dike, qirkirin e."

'DIVÊ CIZÎR Û SÛR WERIN PARASTIN!'

Kalkan bal kişand ser girîngiya xwedîderketina li berxwedanê û da zanîn, ku divê her kes li dora Cizîr û Sûrê li hev bicivin. Kalkan diyar kir, ku pîvana welatparêzî, mirovbûyîn, demokratîkbûyînê asta xwedîderketina li berxwedana Cizîr, Sûr, Şirnex, Nisêbîn û Geverê ye.

Kalkan got, "Ez bang li her kesî dikim ku derhal li dijî vê dîktatoriyê derkevin. Divê Sûr were parastin, Cizîr were parastin. Pêwîste berxwedana li van deran bidomin. Girîng e AKP li van deran bê têkbirin. Ne bi destek û daxuyaniyan, çi ji destê kê tê divê bi wî rengî têbikoşe. Lewma divê Kurd berxwedana topyekûn di asta herî bilind de bimeşînin. Kî li ku ye, divê li gorî derfetên xwe têbikoşe. Pêwîste hemû derfet werin bikaranîn û sîstem bi temamî were boykotkirin. Divê xwendekar dibistanê boykot bikin, karker kar boykot bikin, karmend xebatê boykot bikin... Bi qutkirina her şêwe têkiliyên bi sîstema heyî re divê li dij qirkirinê were derketin. Ji bo azadiyê, ji bo jiyaneke demokratîk pêwîste têkoîn bê meşandin."

'BERXWEDAN NE TIŞTEKÎ BÊ TALOQKIRIN E'

Kalkan got, "Roj roja têkoşînê, kêlî kêliya têkoşînê ye" û axaftina xwe bi vî rengî dewam kir: "Eger berxwedanek wê were dayîn, ew berxwedan jî wê îro be. Eger jiyaneke azad wê were bidestxistin, ew jî wê îro be. Sibeya vê nîne. Siyaset, leşkerî, têkoşîn valahiyê nas nakin, nabe ku bên taloqkirin. Têkoşîn bi tena serê xwe ne tiştek e. Cih, dem û rêbaza rast, têkoşînê bi ser dixîne. Yên ji bo pêşvebirina berxwedanê seferber bûne, rûyê pak ê mirovahiyê ne. Yên di nava berxwedanê de xwîna xwe herikandine, yên bi dil û can dixebitin, yên li dijî her şêwe êrîşên faşîst derdikevin; mînak me dayika Taybet dîtin. Hefteyekê ew cenaze li naverastê ma. Heta ku şehîd ket, bi rojan ciwan-zarok li naverastê hatin hiştin. Parêzer ji bo mirovan 'mafê defnkirinê' dixwazin. Lewma, faşîzmek mîna ya AKP'ê nehatiye dîtin.

Divê AKP zanibe; wê hesab jê bê pirsîn. Rojek wê bê, wê hesab jê were pirsîn. Gelo jê heye ku wê hesabê vê wehşetê, vê komkujiyê jê neyê pirsîn? Gelo jê heye ku wê ev hemû tişt jê re bimîne? Wê jê re nemîne. Ji ber ku bi vê dizanin bi tirs zilma xwe zêde dikin. Lewma, eger mirov îro li dijî vê zilmê têbikoşin, mirov ê bi ser bikevin. Serketin di têkoşîna îro de ye."

RÊBAZÊN TÊKOŞÎNÊ

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Dûran Kalkan bal kişand ser girîngiya dewlemendiya rê û rêbazên rast ên têkoşînê û ev nirxandin kir:

"Divê têkoşîn li her derê be û her rêbaz were bikaranîn. Ji bo vê jî em dibêjin berxwedana topyekûn. Li dijî êrîşa topyekûn a şerê taybet, berxwedana demokratîk a topyekûn yekane sekna rast a gelê Kurd û civaka Tirkiyeyê ya şoreşger, welatparêz û demokratîk e. Di nava berxwedana topyekûn de divê rêbazên dewlemend ên çalakiyan hebin û li her derê belav bibin. Ne li cihek du cihan. Divê li her qadê belav bibin. Kurdistan ne tenê Cizîr û Sûr e. Kurd hemû bi zext û qirkirinê re rû bi rû ne. Ji bo xwe ji vê rizgar bikin, divê têbikoşin."

Kalkan berxwedana ji bo Kobanê bibîr xist û got, "Par dihat gotin, 'Her der Kobanê her der berxwedan e!'. Niha jî divê were gotin, 'Her der Cizîr, her der berxwedan', 'Her der Sûr, her der berxwedan'. Divê Kurdistan hemû bi vî rengî tevbigere.

Wekî din, pêwîste di têkoşînê de kûrbûnek hebe. Girîng e rêbazên piralî û dewlemend werin bikaranîn. Têkoşîn bi tenê bi girtina cihekî û parastina wê derê nîne. Li Kurdistanê gerîlatiyê da qezençkirin. Dijmin dorpêç dike û cih lê teng dike. Divê mirov ne tenê di rewşa parastinê de bin. Gel jî dikare dorpêçi bike. Divê cihên qels ên hatine doprêçkirin werin tespîtkirin û gel wan deran dorpêç bike. Gelek cihên Amedê hene. Li dijî yên ku ji bo hilweşandinê dor li Sûrê pêçandine, bi her rêbazê divê têkoşîn were meşandin. Girîng e gel dakeve kolanan, ciwan têbikoşin û çalakiyên bi bandor lidar bixin. Hewce ye çalakiyên karibin dorpêçiyê bişikînin bên lidarxistin. Parastin û berxwedana ji bo hin cihan pêwîst e, lê belê bi tena serê xwe têrê nake. Eger ew aliyekî vî karî be, pêwîstî bi têkoşînên destekê bidin vê heye. Divê ev yek di çarçoveya xweparastinê û di çarçoveya siyaseta demokratîk de jî were kirin. Ya din wê bibe parastineke cihteng. Lewma divê li benda ciwan-gelê li qada xweparastinê nemînin. Ciwan û gelê li her derê divê bikeve nava tevgerê."