BI DÎMEN

Çalakiya greva birçîbûnê ya li pêşiya Parlementa Fransayê didome

Çalakiyên Kurdistaniyan ên ji bo şermezarkirina dewleta Tirk û hikûmeta AKP'ê, li Ewropayê didomin.

Çalakiya greva birçîbûnê ya li dijî komkujiyên li Bakurê Kurdistanê li pêşiya avahiya Parlamenta Fransayê destpê kir, didome.

Li pêşiya avahiya Parlementoya Fransa a Parîsê 4 Kurdistaniyan, bi însyatîfa xwe greva birçîbûnê dabû destpêkirin. Çalakvanên ku duh ji aliyê polîsan ve hatin binçavkirin, piştî hatin berdan careke din dest bi çalakiya xwe kirin.

Di vê navberê de hejmara çalakvanan bû 6 kes.