Komalên Ciwan: Divê ciwan biherikin nava refên YPS'ê

Koordînasyona Komalên Ciwan li dijî êrîşên AKP'ê yên ji bo qirkirinê li Bakurê Kurdistanê dimeşîne, banga mezinkirina berxwedanê kir.

Komalên Ciwan bi daxuyaniyeke nivîskî bang li ciwanên Kurdistan û Tirkiyeyê kir û got, "Gelê me yê bi pêşengiya ciwanên Kurd li Bakurê Kurdistanê li ber xwe dide, bi têkoşîna xwe re bi ser ketiye, bi berxwedana xwe ya xwerêveberiyê re xeta jiyana bi rûmet a dijmin diqehirîne bi berdêlan xêz kiriye û careke din raxistiye pêş çavan û serketin wê ya berxwedêran be."

'ROJ ROJA SEFERBERIYÊ YE, ROJA BI SER XISTINA TÊKOŞÎNÊ YE'

Di daxuyaniyê de hat gotin: "Serketin a berxwedêrên jiyana azad e. Lewma têkoşîna me li Cizîr, Sûr û Nisêbînê dîroka daxwaza jiyana azad û berxwedanê dinivîsîne. Di heman demê de dîroka barbariyê û yên li pêşberî vê bi bêdengî û bêçare disekinin jî nîşan daye. Komkujiya ku faşîzma TC dixwaze bi hemû teknîka xwe re pêk bîne, di şexsê gelê Kurd de lid ijî çand û rûmeta tevahiya mirovahiyê ye. Ev êrîşên hovane êrîşên li dijî nirxên mirovahiyê ne.

Li hemberî vê êrîşa li dijî jiyana azad a ku daxwaza xwezayî ya gelan e, ciwanên Kurd wê bi qewirandina mêtîngeriyê ji Kurdistanê re bersivê bidin. Ciwanên Kurd, çawa ku sînor ji holê rakirin û DAIŞ ji Kobanê avêtin, wê îro jî bi ruhê seferberiyê li Cizîr, Sûr û Nisêbînê; li Kurdistanê bibin Arîn û Gelhat û wê mêtîngeriyê biqewirînin. Em ruhê Arînan û Gelhatan re dorpêçiyê bişikînin û têkoşînê bi serketinê re tacîdar bikin.

Roj ew roj e ku ji Tirkiye, Rojava, ji her devera Kurdistanê sînor werin rakirin û roja rabûna berxwedan û seferberiyê ye. Roja herikîna ber bi Cizîr, Nisêbîn û Sûrê ve ye. Roja bêdengmayîn, girtina deriyê xwe, roja bêdengmayînê nîne."

BANGA TEVLÎBÛNA LI NAVA REFÊN YPS'Ê

Di dewama daxuyaniyê de hat gotin, "Divê ciwanên Kurd ber bi jiyana azad, yanî ber bi bihuşta ku dixwaze biafirîne û lê bijî, bibezin" û ev bang hat kirin:

"Divê biherikin nava refên YPG'ê, nava berxwedanê. Li dijî hewldaên dewleta TC ên ji bo komkujî û hilweşandina Kurdistanê, divê têkoşîna afirandina serketin û bihuşta ji bo gelê me û Kurdistanê, were bilindkirin. Jiyanek bi koledariyê li ciwanên Kurd nayê, berxwedanek weke şervanê azadiyê li ciwanên Kurd tê.

Li zanîngeh, lîse, kar, febrîqe, li ku dibe bila bibe, divê her tişt were boykotkirin. Bi redkirina vê jiyana kirêt û amûrên wê re, divê em berê xwe bidin berxwedanê. Dem dema berxwedanê, dema şoreşê ye."