KCK: Yekane hêza divê ne li Cenevreyê be AKP a ku DAIŞ û El Nûsra xwedî dike ye

KCK: Eger qala hêviya avakirina sîstemeke nû ya li Sûriyeyê tê kirin, yê ku ev afirand Şoreşa Rojava ye... Yekane hêza divê tevlî Cenevreyê nebe hikûmeta AKP'ê ye, ku bi xwedîkirina DAIŞ û El Nûsra re ev çete kirine belayê serê mirovahiyê.

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê bal kişand ser 1. salvegera rizgariya Kobanê û got, "Rizgariya Kobanê ya bi berxwedaneke dîrokî re, li çar parçeyên Kurdistanê pîroz be. Em şehîdên Kurdistanê yên bi berxwedaneke lehengî re şehîd ketin bi rêzdarî û minetdarî bibîr tînin."

KCK'ê da xuyakirin ya li Kobanê li ber xwe da û bi ser ket ne tenê Kurd in, tevahiya mirovahî ye û got, "Ya ku Kobanê rizgar kir, ruhê piştevahiyê yê 1'ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê ye. Rizgariya Kobanê serketineke ku tevahiya mirovahiyê bi berxwedanê re bi dest xistiye. Lewma, di serî de gelên li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê em tevahiya gelên me yên di serkatina Berxwedana Kobanê de bi roleke mezin rabûn, bi minetdarî û rêzdarî silav dikin. Çawa ku mirovahî hemû ji bo Kobanê li ber xwe da, gel û şehîdên Kobanê jî ji bo tevahiya mirovahiyê li ber xwe dan û serketina dîrokî bi dest xistin. Berxwedana Kobanê weke berxwedana herî mezin a sed salên dawî, hezar salên dawî, cihê xwe di nava rûpelên dîrokê de girtiye."

YÊ KU DAIŞ XWEDÎ KIR Û MEZIN HIKÛMETA AKP'Ê YE

KCK'ê diyar kir ku yê êrîşî Kobanê kir DAIŞ e, lê yê da êrîşkirin û li pişt sekinî hikûmeta AKP'ê ya digot 'Kobanê li ber têkçûnê ye' û wiha dewam kir: "Ji bo Kurdan tine bikin, Şoreşa Rojava tesfiye bikin, hikûmeta AKP'ê DAIŞ xwedî kir û mezin kir. Hikûmeta AKP'ê di destpêkê de berê çeteyên El Nûsra da Şoreşa Rojava; dema vana ti encam bi dest nexistin, vê carê destek da DAIŞ'ê, mezin kir û kir belayê serê mirovahiyê. Lewma ne rast e ku DAIŞ ji hikûmeta AKP'ê cuda were nirxandin. Ji ber vê yekê ne rast e ku êrîşa li hemberî Kobanê jî ji hikûmeta AKP'ê cuda bê nirxandin.

Hikûmeta AKP'ê bi karakterê xwe yê mezhebî û dijminatiya li Kurdan re, DAIŞ ji xwe re weke amûreke siyasî bi kar anî, bi vî rengî hem xwest Şoreşa Rojava bifetisîne, hem jî di ser Sûriyeyê re hîn bêhtir bandorê li polîtîkayên Rojhilata Navîn bike. Lewma hikûmeta AKP'ê ji hebûna DAIŞ'ê berpirsyar e, di heman demê de hevparê hemû sûcên DAIŞ'ê ye.

AKP HÊZA SEREKE YE YA DESTEKÊ DIDE DAIŞ'Ê

AKP hêza sereke ye ku destekê dide DAIŞ'ê. Di destpêkê de Berxwedana Kobanê, Şoreşa Rojava jî hêza sereke û ya li pêş e ku li dijî DAIŞ'ê şer dike. Di têkoşîna li dijî çeteyên faşîst ên mîna DAIŞ û El Nûsra de, bi hezaran keç û xortên Kurd şehîd ketin. Hin şerê di navbera rêxistinên DAIŞ, El Nûsra û Ahrar El Şam bi ti awayî ne şerekî bera ye. Yên ku di navbera van hemû çeteyên faşîst de koorînasyonê pêk tînin, endamên îstîxbarata Tirk in."

EGER LI DIJÎ DAIŞ'Ê ENCAMEK BI DEST KETIBE, EV BI SAYA HÊZÊN ŞOREŞGER ÊN ROJAVA YE

Daxuyaniya KCK'ê bi vî rengî dewam kir: "Çeteyên faşîst, dema ne tenê li dijî Şoreşa Rojava, bi awayekî bêpîvan êrîşî tevahiya mirovahiyê kir, hingî li dijî çeteyên faşîst ên mîna DAIŞ û El Nûsra, koalîsyonek navneteweyî hat avakirin.

Berxwedana Kobanê ne tenê ji bo tevahiya mirovahiyê li ber xwe da, di heman demê de kir ku koalîsyona navneteweyî ya hatiye avakirin bêhtir kêrhatî be. Eger îro koalîsyona navneteweyî û Rûsya dikarin qala encameke wergirtî ya li dijî DAIŞ'ê bikin, yên ku ev pêk anîne hêzên li ser rûyê erdê şer dikin, Hêzên Şoreşger ên Rojava ne, ku di her şerî de li dijî DAIŞ'ê bi ser ketine. Eger îro Neteweyên Yekbûyî û hêzên navneteweyî dikarin qala hêviyeke ji bo avakirina sîstemeke nû ya li Sûriyeyê bikin, yên ku ev afirandine Berxwedana Kobanê û Şoreşa Rojava ya xurt dibe, ye. Hêzên ku îro bi Şoreşgerên Rojava re li dijî DAIŞ û El Nûsra têdikoşin, mîna 2. Şerê Cîhanê li dijî faşîzmê di eniyeke hevpar de li hev civiyane."

TIRKIYE ZEXTÊ DIKE KU YÊN TÊKOŞÎNA HERÎ MEZIN MEŞANDINE, LI DERVE WERIN HIŞTIN

KCK'ê bal kişand ser hevdîtinên aştiyê yên li Cenevreyê li ser Sûriyeyê tên kirin û got, "Armanca bingehîn a van civînên li Cenevreyê, li ser bingeha dervehiştina DAIŞ û El Nûsra afirandina Sûriyeyeke nû ye. Lê çi ecêb e; hêza herî mezin a destekê dide DAIŞ û El Nûsra Tirkiye radibe dibêje 'Ez ê di van hevdîtinan de cih bigirim'. Û zextê dike ku têkoşerên herî mezin ên li hemberî DAIŞ û El Nûsra, Berxwedêrên Kobanê, Şoreşgerên Rojava û Meclîsa Sûriyeya Demokratîk a ev hêz di nav de cih digirin, li derveyî hevdîtinên Cenevreyê bên hiştin. Paradokseke ku di dîrokê û têkiliyên dîplomatîk de qet nehatiye dîtin, weke şantaj û gefê li ser mirovahiyê ferz dike."

DIVÊ AKP A KU DAIŞ Û EL NÛSRA KIRIYE BELAYÊ SERÊ MIROVAHIYÊ NE AMADE BE

Daxuyaniya KCK'ê bi vî rengî bi dawî bû:

"Berxwedana Kobanê bi 1'ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê re veguheriye nirx û hêzeke welê ya mirovahiyê, ku êdî ne pêkane Berxwedêrên Kobanê û Şoreşgerên Rojava li derveyî damezrandina Sûriyeya nû werin hiştin. Şoreşa Rojava ne tenê di demokratîkkirina Sûriyeyê de wê di demokratîkkirina tevahiya Rojhilata Navîn de rolê bilîze. Di vir de ti gumana me nîne.

Eger hêzek hebe ku divê li Cenevreyê ne amade be, ew jî hikûmeta AKP'ê ye ku bi xwedîkirina DAIŞ û El Nûsra re ev çete kirine belayê serê mirovahiyê. Hikûmeta AKP'ê li şûna ku ji ber van polîtîkayên xwe hesab bide mirovahiyê, dixwaze Şoreşgerên Rojava li derveyî damezrandina Sûriyeya nû werin hiştin û bi vî rengî dixwaze pêşî li aşkerebûna sûcên xwe yên bi destê DAIŞ'ê li dijî mirovahiyê kiriye, bigire.

Berxwedana Kobanê ne tenê DAIŞ têk biriye, di heman demê desthilatdariya AKP'ê ya bi şeftiya Tayyîp Erdogan a xwedî heman mejî û polîtîkayê ye, têk biriye. Berxwedana Kobanê bi vê serketina xwe re karaktera Sûriyeya nû jî derxistiye holê. Eger wê Sûriyeyeke demokratîk a nû were avakirin, ew jî wê bi Berxwedana Kobanê û nirxên mirovahiyê yên demokratîk ên li dora vê berxwedanê li hev civiyane, pêk were.

Li ser bingeha berxwedana herî mezin a sedsalê, em Berxwedana Kobanê ya pêşeroja demokratîk û azad a Sûriyeyê rizgar kir û afirand careke din bi rêzdarî silav dikin û destnîşan dikin ku ruhê Şoreşa Kobanê wê Kurdistana azad û Rojhilata Navîn a Demokratîk biafirîne."