Yildizgorer ê ji aliyê dewleta Tirk hat qetilkirin ber bi rêwîtiya dawî hat oxirkirin

Ruzgar Yildizgorer (25) ê li Cizîrê hat qetilkirin, li Şirnexê ber bi rêwîtiya dawî hat oxirkirin. Di merasîmê de bav Yasîn Yildizgorer axivî, diyar kir ku kurê wî şehîdê Kurdistanê ye, wiha got: “Bila serê gelê Kurd sax be.”

Ruzgar Yildizgorer (25) ê piştî li navçeya Cizîrê ya Şirnexê hat qetilkirin cenazeyê wî ji bo karûbarên otopsiyê anîn Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê, li Şirnexê ber bi rêwîtiya dawî hat oxirkirin. Cenaze ji Morga Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê ji aliyê bi sedan kesî hate wergirtin, li Goristana Nalaro ya li Taxa Bahçelîevler ber bi bêdawîtiyê hat oxirkirin.

Bi sedan kesên li Taxa Bahçelîevler darbesta Yildizgorer hilgirtin, bi dirûşmeyên, “Ey Şehîd Xwîna Te Li Erdê Namîne”, “Bijî Serok Apo” û “Şehîd Namirin” ve heta goristanê meşiyan. Berdevkê Botanê yê MEYA-DER’ê Mele Kasim Yigit li goristanê axivî, sersaxî ji malbatê re xwest. Yigit bi bîr xist ku îro salvegera serketina Kobanê ye, wiha pirsî: “Îro li Botanê wek berxwedana Kobanê berxwedanek bê hempa tê raberkirin. Gelê me li hember êrîşên wehşî mafên xwe diparêze. Li dijî vê wehşetê bêdeng mayîn mirin e. Ma êdî ji vê bêdengiyê re ne bes e?”

Piştre mafê axaftinê Parlamenterê HDP’ê yê Şirnexê Ferhat Encu wergirt, sersaxî ji malbata Yildizgorer re xwest. Encu got Botan ji bo rûmeta xwe, nasnameya xwe biparêze berdêlên mezin daye, wiha anî ziman: “Ji ber Botanê li hember zilma dewletê serî netewand her cure zilm dît û hê jî dibîne. Îro jî ciwanên me li Cizîrê ji bo Kurdistanê berxwedanek bi rûmet pêş dixin.”

Piştre bavê Yildizgorer Yasîn Yildiz jî got kurê wî şehîdê Kurdistanê ye, ji bo tevlîbûna merasîmê spasiyê xwe ji gel re pêşkêş kir. Yildiz wiha axivî: “Bila serê gelê Kurd sax be. Kurê min ne tenê şehîdê min e, şehîdê Kurdistanê ye. Bila serê Kurdistanê sax be.”
Piştî axaftinan, cenazeyê Yildiz li gel berxwedêrên din ên di êrîşan de jiyana xwe ji dest dane spartin axê.

...