Tevî hemû astengiyan jî bi sedan kes gihîştin Girê Mîra

Bi sedan kesên piştî 2. Kongreya Asayî ya HDP'ê ji bo piştgiriyê bide gelê Botanê ji Enqereyê bi rê ketin, tevî hemû astengiyên dewletê jî gihîştin Girê Mîra.

Nobeda berxwedanê ya li dijî terora dewleta Tirk a li Botanê, dewam dike.

Bi sedan kesên piştî 2. Kongreya Asayî ya HDP'ê ji bo piştgiriyê bide gelê Botanê ji Enqereyê bi rê ketin, tevî hemû astengiyên dewletê jî gihîştin Girê Mîra.

Bi sedan kes danê vê sibehê ber bi konê berxwedanê ve meşiyan û gihaştin nobedarên berxwedanê.

Kom ji aliyê girseya gel a li cihê nobedê ve bi qîrîna dirûşmên "Em ê bi berxwedan bi ser bikevin" û "Bijî berxwedana Cizîrê" hat pêşwazîkirin.