Gelê Amedê wê sibe ber bi Sûrê ve bimeşe

Ji bo şikandina dorpêçî û terora dewletê ya li ser Sûrê, ku 56 roj in didome, sibe li gelemperiya Amedê wê jiyan bisekine û gel ber bi Sûrê ve bimeşe.

Ji bo şikandina dorpêçî û terora dewletê ya li ser Sûrê, ku 56 roj in didome, sibe li gelemperiya Amedê wê jiyan bisekine û gel ber bi Sûrê ve bimeşe.

Li navçeya Amed Sûrê, li dijî êrîşên hêzên dewletê ev 56 roj in berxwedaneke bêhempa tê meşandin. Welatiyên Amedê ji bo şikandina dorpêçiya dewletê, xwe ji bo çalakiyan amade dikin. Sibe saet di 13.00'an de bi pêşengiya DBP, HDP, KJA, KCD û DEM-GENÇ'ê gel wê li Çîftkapi kom bibin û ber bi Sûrê ve bimeşin. Li bendê ye ku ji bo Sûrê jiyan bê rawestandin. Ji bo meşa mezin wê ji aliyê rêxistinên DBP û HDP'ê ve belovok bên belavkirin. 

Ta payîn, ku bi deh hezaran kes beşdarî meşê bibin.