Êrîş û terora dewleta Tirk a li ser navçeya Cizîr a Şirnexê, pêkanînên dij mirovahiyêya AKP’ê didome. Hêzên dewleta Tirk êrîşên xwe yên li ser avahiya ku 24 kesên birîndar û 4 birîndar jî ji ber sedema xwîna zêde a ji laşê wan çûn jiyana xwe ji dest dan, ev 4 roj in li benda ambûlansê ne, hê jî didomîne. Ji ber êrîşên dijwar birîndar di bodrûma avahiya de asê mane, qata 2 û 3 hatin hilweşandin, hat ragihandin ku qata bodrûmê jî li ber hilweşînê ye.
Li ser rewşa birîndaran a ku her diçe girantir dibe, Parlamenterê HDP’ê yê Şirnexê Faysal Sariyildiz bi Waliyê Şirnexê re hevdîtin pêk anî. Li ser wergirtina birîndaran a bi ambûlansên ji aliyê Şaredariyê ve heta ser rêya Îpekê û ji wir jî bi hatina ambûlansên lezgîn ên 112 jî walî qebûl nekir. Walî îfadeyên ku ‘birîndar ji taxên di bin êrîşan de ne bila bi lingan werin’ bikar anî.
‘BERDÊLA WÊ ÇI DIBE BILA BIBE...’
Li ser vê yekê Sariyildiz û 15 dayik ji bo biçin taxê ketin rê. Çûyîna koma li ber avahiya şaredariyê, ji aliyê hêzên dewleta Tirk ve hate astengkirin. Sariyildiz bertek nîşanî astengkirinê da û got eger birîndar neyên rakirin, çi dibe bila bibe wê sibehê biçin taxê û birîndaran rakin. Sariyildiz wiha axivî: "Eger birîndar neyên rakirin, sibehê em ê bi dayikan re biçin taxê. Bila me jî bikujin. Berdêla wê çi dibe bila bibe em ê biçin û birîndaran bigirin.”