YPS-Jin: Reya hevala me ya Dorşîn reya me ye

YPS-Jin der barê endama YPS-Jin Zelal Dalgalî de daxuyani da û wiha got; "Çalakiya hevala me Dorşîn ji bo dayikên me yên li Sûr û Cizîrê û hemû mirovên me yên hatine qetilkirin e".

YPS-Jin der barê endama YPS-Jin Zelal Dalgali (Dorşîn Amed) a di 23'yê çileyê de piştî pevçûna ku çalakiya li dijî wesayîtên zirxî yên taxên Kişla û Zeynelabîdîn dorpêç kiribûn hate lidarxistin jiyana xwe ji dest da de daxuyaniyekî nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hate gotin ku çalakî ji bo welatiyên ku li Sûr û Cizîrê ji aliyê hêzên dewletê ve hatine qetilkirin pêk hatiye û nirxandina "ev çalakiya hevrêya me tola hemû kesên ku hatine qetilkirin e" hate kirin.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku wesayîta zirxî hatiye îmhakirin û yekî jî derbe xwariye. Di daxuyaniyê de ev tişt hate gotin: "Ji ber êrîşên dijwar hevala me Dorşîn şehîd ketiye. Em li hemberî bîranîn wê bi rêzdarî bejna xwe ditewînin û dibêjin ku riya wê riya me ye."