MLKP Rojava: Li Kobanê hem DAÎŞ û hem jî Erdogan têk çû

MLKP Rojava daxuyaniyek nivîskî da û wiha got: “Di serkeftina 1. salvegera rizgarkirina Kobanê de, şehîdên me yên ku ev serkeftin diyarî gelê me û hemû gelên bindest kir, bi rêzdarî û mînet bi bîr tînin.”

MLKP Rojava, bi wesîleya 1. salvegera rizgarkirina Kobanê daxuyaniyek nivîskî da. Di daxuyaniyê de bal kişand ser berxwedana li Bakurê Kurdistanê, wiha diyar kir: “Bi serketina Kobanê, ji niha ve serkeftina Bakurê Kurdistanê silav dikin.”
MLKP Rojava daxuyaniyek nivîskî da û wiha got: “Di serkeftina 1. salvegera rizgarkirina Kobanê de, şehîdên me yên ku ev serkeftin diyarî gelê me û hemû gelên bindest kir, bi rêzdarî û mînet bi bîr tînin.”

“Di pêşengtiya hêzên YPG/YPJ’ê de, komên şoreşger ên Enternasyonalîst û MLKP’ê bi ruhekî fedaiyane bi beşdariya berxwedana Kobanê re, êdî bû hêzek hevpar, piştre DAIŞ’ê li Til Hemis, Til Temir, Silûk, Girê Spî, Hol, Şengal û Tişrînê di hemû çeperan de winda kir û têk çû. Daxuyaniyê wiha berdewam kir: 

‘EM DIKARIN SERKETINA BAKURÊ KURDISTANÊ SILAV BIKIN’

Kobanê qewserêyek me ya herî bingehîn a meşa serketinê ye. Kobanê ji bo gelên bindest serketin, di serî de Tirkiye, di nav de welatên wek Qatar û Erebîstana Siûdî jî ji bo dewletên herêmê yên paşverû jî binketin e. Li Kobanê ne tenê DAIŞ, spartekê wê yê herî mezin, Tayyîp Erdoganê digot ‘Kobanê hema hema ket’ jî têk çûye. Îro wek DAIŞ li Kobanê pêk anî, faşîst Tayyîp Erdogan û dewleta wî jî hewl didin qadên berxwedanê yên li Bakurê Kurdistanê bi erdê re bikin yek, bi hêrsa têkçûnê êrîşî gelê me yê welatparêz dike. Ji ber ku ji heman çavkaniya nîjadperest û paşverû bingehê xwe digirin. Ew jî wek DAIŞ’ê difikire ku wê karibe bi tirs û terorê gelê me bêzar bike. Lê, li hember têkoşîna rûmet û azadiyê hikmû plan û êrîşên wiha bê exlaq tinene. Wê ji niha û şûn de jî tinebe. Kobanê nîşaneya serketinê ya têkoşîna rûmet û azadiyê ye û yên di heman rêyê de bimeşin, li her derê û her kêliyê de wê zalim, qatil û faşîstên paşverû têk bibin. Em dikarin li serketina Kobanê binêrin û ji niha ve serketina Bakurê Kurdistanê silav bikin.

Ala serketinê ya li Kobanê Arînan, Paramazan, Saryayan, Cûdiyan, Alganan, Alîşeran, Diyaran, Berfînan, Erkanan û Gulanan bilind kirine, îro tevahî gelên cîhanê silav dikin û wek nirxên hevpar ên mirovahiyê lê xwedî derdikevin. Ev serketina hevpar a mirovahiyê ye. Bila ji bo tevahî mirovahiya bindest pîroz be! Silav ji şehîdên me yên ku avakarên serketinê ne!