Li Cizîrê birîndarekî din jî jiyana xwe ji dest da
Di roja 44. a dorpêçî û terora dewleta Tirk de, li navçeya Şirnex Cizîrê êrîşên hêzên dewletê yên bi tank, top û maşînên zirxî yên li hemberî taxa Cûdî dewam dikin.
Di roja 44. a dorpêçî û terora dewleta Tirk de, li navçeya Şirnex Cizîrê êrîşên hêzên dewletê yên bi tank, top û maşînên zirxî yên li hemberî taxa Cûdî dewam dikin.
Li taxa Cûdî ya Cizîrê, ku bomberdûmaneke giran li ser heye, ciwanekî bi navê Selîm Tûray di êrîşên hêzên dewleta Tirk de jiyana xwe ji dest da.
Di roja 44. a dorpêçî û terora dewleta Tirk de, li navçeya Şirnex Cizîrê êrîşên hêzên dewletê yên bi tank, top û maşînên zirxî yên li hemberî taxa Cûdî dewam dikin.
Parlamenterê HDP'ê yê Şirnexê Faysal Sariyildiz bi rêya hesabê xwe yê twîtterê ragihand, ku di êrîşên hêzên dewletê de ciwanê bi navê Selîm Tûray jiyana xwe ji dest daye.
Li aliyê din, êrîşên hêzên dewleta Tirk ên li hemberî mala ku li jêrzemîna wê 24 birîndar û cenazeyên 4 kesan hene, didome. Yek ji birîndaran Midûrê Karên Nivîsê yê Rojnmaya Azadiya Welat Rojhat Aktaş danê sibehê bi rêya telefonê beşdarî weşana zindî ya televîzyona Ozgur Gun TV bû û diyar kir, ku bi ranekirina birîndaran re dewlet dixwaze komkujiyê bike.
Aktaş got, "Avahî tê bombekirin. Hewl didin hilweşînin. 4 hevalên me, ji ber ku nehatin tedawîkirin jiyana xwe ji dest dan. Elektrîk, av nîne. Dixwazin komkujiyê bikin. Nahêlin gel xwe bigihîne me. Mirovahî tê qetilkirin, dewlet dixwaze komkujiyê bike. Divê gelê Kurd rabe ser piyan."