PKK: Ya ku li Kobanê bi ser ket, xeta lehengiyê ya Ocalan e
Di daxuyaniyê de hat gotin, "Li Kobanê, xeta lehengiyê ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û ruhê berxwedanê yê PKK'ê bi ser ketiye."
Di daxuyaniyê de hat gotin, "Li Kobanê, xeta lehengiyê ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û ruhê berxwedanê yê PKK'ê bi ser ketiye."
Komîteya Rêveber a PKK'ê, bi wesîleya 1. salvegera serketina Kobanê daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Di daxuyaniyê de hat gotin, "Li Kobanê, xeta lehengiyê ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û ruhê berxwedanê yê PKK'ê bi ser ketiye."
Di daxuyaniya nivîskî ya Komîteya Rêveber a PKK'ê de hat destnîşankirin, ku êrîşa li hemberî Kobanê ji aliyê AKP'ê ve hatiye plankirin.
Di daxuyaniyê de hat gotin, "Em di yekemîn salvegera rizgariya Kobanê ji dorpêçiya keriyê çeteyên faşîst DAIŞ'ê de, ne. Di şexsê Rêvan Kobanêyan, Arîn Mîxanan, Diyar Bagokan, Gelhatan û avakarên kolektîf ên pêşeroja azad, hevrê û dostên gelê Kurd Eylem, Paramaz, Îvanayan ên ku bi berxwedana 15'ê Îlona 2014 - 26'ê Çileya 2015'an re nîşanî tevahiya cîhanê, serdestan û bindestan dan, ku berxwedan bi çi rengî dibe, em hemû şehîdên Kobanê û Şoreşa Rojava bi rêzdarî û minetdarî bibîr tînin. Wan bi berxwedana xwe re ne tenê ji bo Kobanê û Şoreşa Rojava dan, di heman demê de ji bo tevahiya mirovahiyê veguherîn pêşengên şoreşger.
LI KOBANÊ RUHÊ BERXWEDANÊ YÊ PKK'Ê BI SER KET
Şehîdên me garantiya jiyana komunal û şoreşê ne. Ya ku li Kobanê bi ser ket, xeta lehengiyê ya Rêber Abdullah Ocalan û ruhê berxwedanê yê PKK'ê ye. Partiya me PKK, mîna duh wê îro û sibe jî weke garantiya qewîn a têkoşîna mirovahiyê ya demokratîk û gelên me her hebûna xwe biparêze, di her serdemê de berxwedana xwe mezin bike û jiyana azad biafirîne.
Tevî ku di ser serketina Kobanê re salek derbas bûye jî hem berxwedana li dijî faşîzmê, hem jî bûyerên roj bi roj qewimîn, ne tenê di hişê gelê Kurd de di hiş û mejiyê tevahiya raya giştî ya demokratîk de cih girt. Bandora siyasî û leşkerî ya vê serketinê hînê siyaseta cîhanê diyar dike. Lewma fêmkirina pêvajoya em îro tê de ne, pêwîstiya xwe pê heye ku berxwedana Kobanê û serketina wê rast bê nirxandin."
ÊRÎŞA LI HEMBERÎ KOBANÊ JI ALIYÊ AKP'Ê VE HATIYE PLANKIRIN
PKK'ê got, "Îro baştir tê fêmkirin, ku êrîşa DAIŞ a faşîst a li hemberî Kobanê, ji aliyê AKP û hevalbendên wê yên kirêt ve hatiye plankirin." Daxuyaniyê bi vî rengî dewam kir:
"Ev yek weke qonaxeke girîng a plana qirkirina Kurdan ku navê 'Plana Têkbirinê' lê kiribûn hatiye dîtin û perçiqandina Bakurê Kurdistanê paralelî perçiqadina Şoreşa Rojavayê Kurdistanê hatiye nirxandin. Lê belê berxwedana gelê me li çar parçeyên Kurdistanê, ev plan serûbin kiriye. Gelê Kurd nîşanî dost dijmin her kesî daye ku ew ê li pêşberî mêtînger û dagirkeran neyê ser çokan. Berxwedana Kobanê, ji xerakirina planên qirkirinê yên AKP-DAIŞ'ê jî wêdetir encam derxistiye holê. Serketina ku milîtanên YPG/YPJ'ê li Kobanê bi berxwedana Derwêşî afirandin, planên emperyalîst ên sed salî yên li ser Kurdistanê ji hev xist û çar parçeyên Kurdistanê li nava kolanên Kobanê xwe gihandin hev. Li her devera cîhanê, dil û mejiyê Kurdan li Kobanê bûn yek.
Têkoşîna me ya azadiya jinê ya bi pêşengiya Rêber Apo hat afirandin, li Kobanê bi berxwedana YPJ'ê re pêşengî ji şoreşê re kir. Ev berxwedan ji bo hemû jinên li cîhanê hem bû mînak hem jî bû bangek û bersiva xwe dît. Berxwedana Kobanê ya bi pêşengiya jin û ciwanan hat meşandin, bi vî rengê xwe re wê bibe garantiya mayîndebûna nirxên Şoreşa Rojava.
Di rewşeke ku hînê berxwedan neçûbû serî de hat îspatkirin ku berxwedanê re mirov dikarin li dijî faşîzmê hebûna xwe biparêzin û bi ser bikevin. Û vê yekê jî tevahiya gelên cîhanê bi Kurdan re rakir ser piyan. Li gelemperiya cîhanê gelek çalakî hatin lidarxistin û 1'ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê hat îlankirin. Ji ber ku Kobanê îspat kir ji bo tevahiya mirovahiyê jiyaneke demokratîk û azad pêkan e. Weke hêviya vê yekê, di dil û mejî de mîna şitlekê şîn bû. Gelê me ku bi banga Rêber Abdullah Ocalan re dest bi seferberiyê kir, bi tevlîbûneke topyekûn re berxwedana Kobanê bi serketinê re tacîdar kir."
SERKETINA KOBANÊ RÊ LI BER SERKETINÊN NÛ VEKIRIYE
PKK'ê da xuyakirin ku serketina Kobanê di şoreşa li Rojava û avakirina Sûriyeya Demokratîk de xwedî roleke diyarker e û avakirina Meclîsa Sûriyeya Demokratîk a weke afirînerê jiyana bi rûmet û pêşeroja azad a hemû gelên li herêmê dijîn weke Kurd, Ereb, Suryanî û Tirkmen derket holê, her wiha serketinên nû yên Hêzên Sûriyeya Demokratîk, weke dewama serketina Kobanê nirxandin.
RUHÊ KOBANÊ WÊ LI BAKUR JÎ BI SER BIKEVE
Komîteya Rêveber a PKK'ê bal kişand ser berxwedana gel a li Bakurê Kurdistanê û ev mesaj da:
"Di rûdana vîna xweseriya demokratîk li Bakurê Kurdistanê bi taybetî li Botan, Sûr, Nisêbîn û Geverê de, bandora berxwedan û serketina Kobanê diyarker e. Ruhê li Cizîr, Silopiya, Sûr û Nisêbînê li ber xwe dide, ruhê Kobanê ye. Ya ku li bajar û bajarokên Kurdistanê berxwedanê bi ser bixîne jî, têkoşîna avakirian xwerêveberiyê ye ku gelê me bi coşa seferberiyê dimeşîne.
Li dijî AKP-DAIŞ'ê ya li Bakurê Kurdistanê mêtînger e, bilindkirina ruhê berxwedanê yê li dora neteweya demokratîk li Kobanê derket holê, wê tecrîda li ser Rêberê Abdullah Ocalan û dorpêçiya qirkirinê bişikîne, di heman demê de serketinê misoger bike.
Di van rojên ku berxwedan rojane bûye û derfetên têkoşînê zêde bûne de, di serî de şehîdên azadiyê yên Kobanê em bi rêzdarî bejna xwe li ber hemû şehîdên şoreşê yên cîhanê ditewînin û sozê didin ku em ê bîranînên wan di şoreşên nû de bidin jiyîn. Li ser vê bingehê, di serî de gelê me em bang li hemû gelan, komên baweriyan, hemû şoreşger, demokrat û hêzên azadîxwaz dikin ku berxwedanê mezin bikin û serketina gelan biafirînin."