Birîndarên li Cizîrê li pêş çavên her kesî jiyana xwe ji dest didin

Wezaret di civîna bi HDP'yiyan re, mîna ku qebûl dike tevdigere. Lê li aliyê din Walî heman wezaretê, fermanek berevajî vê nêzîkatiyê dide.

Li hemberî avahiya ku 24 birînda rû 4 cenaze tê de ne, êrîşa destpêkê beriya 4 rojan hatibû kirin. Di êrîşa destpêkê de Hevserokê Meclîsa Gel a Cizîrê Mehmet Tûnç, Midûrê Karên Nivîsê yê Azadiya Welat Rohat Aktaş, endamê Meclîsa Partiyê ya DBP'ê Mehmet Yavûzer û hunermend jî di nav de 10 kes birîndar bûn. Birîndar, bi dijwarbûna êrîşan re bi alîkariya hevalên xwe daketin jêrzemîna avahiyê. Yek ji van birîndaran jî xwendekarê zanîngehê Cîhan Karaman ê Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê ji bo rakirina wî ya ji bo nexweşxaneyê biryara tedbîrê wergirtibû, hebû.

'BILA BIRÎNDAR BI XWE BÊN!'

Parlamenterên HDP'ê ketin dewrê û bi Wezareta Karên Hundir re hevdîtin kirin. Wekîlan di hevdîtinê de xwestin biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê bi cih were anîn û birîndar bi awayekî ewle bên derxistin. Her çend bi Wezaretê re li ser rê û rêbaza derxistina birîndaran li hev hat kirin jî, dewleta Tirk mîna gelek caran vê carê jî soza xwe bi cih neanî.

Waliyê Şirnexê Alî Îhsan Sû, li gorî lihevkirinê tevnagere û nahêle birîndar bên derxistin. Her çend Wezaretiyê ji HDP'yiyan re nîşan da ku xebatkarên Şaredariya Cizîrê dikarin birîndaran bigihînin nuqteyekê jî Walî Sû got, "Em jî, personelên şaredariyê jî nikarin birîndaran rakin. Bila ew werin cihê em ê ji wan re bêjin." Yanî dewletê xwest birîndar bi peyatî bê cihê ew dixwaze û li gorî soza dayî tevnegeriya.

Wezaret di civîna bi HDP'yiyan re, mîna ku qebûl dike tevdigere. Lê li aliyê din Walî heman wezaretê, fermanek berevajî vê nêzîkatiyê dide. Birîndar yek bi yek jiyana xwe ji dest didin. 

Waliyê Şirnexê Alî Îhsan Sû, bi dijwarkirina êrîşên li hemberî cihê birîndar lê ne, hewl dide komkujiyekê bike.