Yekemîn civîna Meclîsa Leşkerî ya HSD’ê hat lidarxistin

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD), bi beşdarbûna hemû yekgirtinana yekemîn civîna Meclisa Leşkerî lidar xistin.

Di daxuyaniya Ofîsa Çapemeniya HSD’ê de hat ragihadin ku bi beşdarbûna hemû yekgirtinên HSD’ê yekem civîna Meclîsa Leşkerî li bajarê Hesekê hat lidarxistin. 

Ji yekgirtinên HSD’ê yên di civîna Meclisa Leşkerî de YPG, YPJ, Senadîd, Meclîsa Leşkerî ya Sûryanî, Odeya Hêzên Operasyonên Hevpar a Bûrkan El- Firat, Siwar El- Reqa, Şems El- Şemal, Tugaya Selçûkî ya Tirkmenan, Tûgahên Cizîrê (Elwiyet El-Cezîra), Cebhet El- Ekrad, Ceyş El- Siwar jî beşdar bûn. 

Di civînê de rewşa dawî ya leşkerî û guhertinên navnetewî û herêmî di derbarê aloziya Suriyeyê de hatin gotûbêjkirin û nirxandin. Her wiha wesîqeya siyasî ya HSD’ê û rêziknameya HSD’ê hat tesbîtkirin, û ofîsên taybet yên leşkerî, darayî û ragihandinê hatin aktîfkirin.

Berdevkê Fermî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk Telal Silo da xuyakirin ku xwestekên tevlîbûna di nava refên HSD’ê, bangên gel ên di bin dagirkeriya DAIŞ’ê de ji bo azadkirina wan û operesyonên di demê pêş de mijarên sereke yên civînê bûn.

Ji fermanderên HSD’ê Heqî Kobanê diyar kir ku deriyê tevlîbûna di nava HSD’ê de li pêşiya hemû welatiyên Sûriyeyê yên bi avakirina Sûriyeke azad û demokratîk bawer dikin, vekirî ye.