Li Sûrê şer dijwar bû

Êrîş û dorpêça terora dewleta Tirk a li ser navçeya Sûrê ya Amedê di roja 56. de didome.

Êrîş û dorpêça terora dewleta Tirk a li ser navçeya Sûrê ya Amedê li taxên derdora Minareya Çarling zêde bûn.

Li navçeya Surê ya Amedê dorpêç û êrîşên li dijî gel di roja 56'an de berdewam dike. Li hemberî xerakirin û êrîşên bi tankan berxwedana li taxan jî didome. Di saetên serê sibehê de li derdora Minara Çarling êrîşên giran pêk hatin. Di êrîşên bi tankan û bombeavêjan de li maleke di bin Mînareya Çarling de şewat derket û duman li ser taxê jî bilind bû. 

Êrîş û berxwedana li dijî taxan bê navber berdewam dike.