Li Helebê 5 çete hatin kuştin

Şervanên YPG’ê li gundewarê Kobanê û Taxa Şêxmeqsûdê êrîşên çeteyên DAIŞ’ê û El-Nusrayê têk birin.

Li gorî agehiyên ji Navenda Çapemeniyê ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) hatine wergirtin, di 25’ê Çile de di navbera saet 10.00’an û 11.00’an de çeteyên DAIŞ’ê bi çekên giran êrîş birin li ser başûrê gundê Şergirat ê dikeve rojhilatê bajarokê Eyn Îsa yê giredayî Kobanê.

Di heman rojê de çeteyên El-Nusra bi topên hawanan êrîş birin li ser Taxa Şêxmeqsud a Helebê. Li hemberî êrîşê hêzên YPG’ê çalakiyek destpê kirin.

Di encamê de li ser rêya Kastêlo û Cerxereya El-Cendûl wesayîteka leşkerî ya çeteyan hat derbkirin, li ser rêya Mesakin El-Şikeyf û El-Cendûl jî 2 çete hatin kuştin. Bi awayekî hemwext hêzên YPG’ê li herêma Febrîqa ya nêzî herêmê jî 3 çete kuştin.