FEDA: AKP a zarokan qetil dike, hewl dide Elewiyan asîmîle bike

Federasyona Elewiyên Demokratîk a Ewropa (FEDA) diyar kir ku ‘Mektebên Îrfanê’ yên AKP’ê civaka Elewiyan dike hedef.

FEDA daxuyaniyek nivîskî weşand, bal kişand ku dewleta Tirk di tevahî dîroka xwe de li hember Kurdên Elewî, Kizilbaş û komên baweriyê yên cuda polîtîkayên Sunîkirin, koçberkirin,qetilkirin û asîmîlasyonê bikar tîne. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku AKP’e wek nûnerê nû yê Îslama siyasî ye, di bin navê ‘Mektebên Îrfanê’ Elewî-Kizilbaşan dike hedef, hat ragihandin ku ev qirkirina çandî temsîl dike. 

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku wê neyên vê lîstikê. Daxuyanî wiha dom dike: “Ev polîtîkaya qirkirina çandî û baweriyê, ji 1925’an bi ‘Plana Islaha Şarkê’ ve ketiye meriyetê û dixwazin bidome. Îro jî ev plan hatiye nûjenkirin û bi têgeh û amûrên cuda ve dewam dike. Di navenda vê planê de Tirkkirina Kurdan, Sunîkirina Elewî-Kizilbaşan û bi zorê Îslamkirinê heye.” 

Di daxuyaniyê de tê gotin ku armanca Mektebên Îrfanê asîmîle û înkar e, îbadetgeha Elewiyan mala cem e, hat destnîşankirin ku ev mijara jî ji nîqaşê re ne vekiriye.

‘DIVÊ EM LI HEMBER KUJERÊN ZAROKAN XWEDÎ HELWEST BIN’

FEDA wek daxwazên Elewiyan got, betalkirina Diyanetê, rakirina dersên olê ya mecbûrî, ji bo tevahî baweriyan derfetên azadiyê bên çêkirin, wiha dewam kir: 

“Di mala cem ku îbadetgeha cewherî ye, wezîfeya her Elewî Kizilbaşan e. Bi zîhniyet an jî nûnerê wê yên ku gelê Kurd qetil dike, zarokên wan dikujin ne hevdîtin, wezîfeya me helwest girtin e. Di van hevdîtinan de ji bilî xapandinê wê ti tiştên din dernekevin hilê. Eger derkeve jî wê ‘Mektebên Îrfanê’ derkevin. Em nebin hevparê van lîstok û polîtîkayên asîmîlasyon, înkarker ên AKP’ê.”