Ji 24 birîndaran re ambûlans nîne, bombeyan dibarîne!
Hat diyarkirin ku rewşa Sûltan Irmak a di nav birîndaran de giran bûye û dike jiyana xwe ji dest bide.
Hat diyarkirin ku rewşa Sûltan Irmak a di nav birîndaran de giran bûye û dike jiyana xwe ji dest bide.
Mala li Taxa Cûdî ya Cizîrê ku 24 birîndar ev 4 roj in li benda ambûlansê ne û 4 birîndaran jî tê de jiyana xwe ji dest dane, dîsa di bin bomberdûmaneke giran de ye.Hat diyarkirin ku rewşa Sûltan Irmak a di nav birîndaran de giran bûye û dike jiyana xwe ji dest bide.
Mala li Taxa Cûdî ya Cizîrê ku 24 birîndar bi êrîşên topbarana tankan a hêzên dewletê birîndar bûne, ev 4 roj in li benda ambûlansê ne û 4 birîndaran jî tê de ji ber xwîna zêde ji wan çûn jiyana xwe ji dest dane, êrîşa bi topbarana ji tankan dijwarbûna xwe zêde kiriye. Parlamenterê HDP’ê yê Şirnexê Faysal Sariyildiz ragihand ku ji birîndaran Sûltan Irmank dike jiyana xwe ji dest bide. Malbatan diyar kirin ku dixwazin biçin avahiyê cenaze û birîndaran bigirin, ji bo vê jî daxwaz kirin ku hevdîtinên pêwîst pêk werin. Malbatan wiha got: “Eger walî berpirsiyariyê nagire,, wê demê em ê bi xwe berpirsiyariyê bigirin û em dixwazin zarokên xwe wergirin.”
Parlamenterê HDP’ê yê Şirnexê Faysal Sariyildiz ji bo wergirtina birîndaran bi Waliyê Şirnexê Sû re hevdîtin pêk anî. Sariyildiz pêşniyar kir ku ambûlans bi gulebaran rawestandinê ve biçe avahiya birîndar lê ne, piştî birîndar girtin jî li ser Rêya Îpekê neqlî ambûlansên 112 serwîsa lezgîn bikin. Lê ev daxwaz ji aliyê Walî hatin redkirin. Walî gotinên wek, “Bila birîndar bi meşê ji taxê derkevin” bikar anîbû. Sariyildiz li hember rewşê bertek nîşan da, wiha gotibû: “Eger heta êvarî ew birîndaran ji wir neyên derxistin ez ê bi xwe biçim. Bila li min jî bidin.”
Hevserokê Meclîsa Gelê Cizîrê Mehmet Tûnç jî di nav birîndaran de ye, duh êvarî gotibû ku ji ber êrîşan, qatê 2 û 3 ê apartmanê hilweşiyaye, ji ber xirbeyên apartmanê şibake girtine jî atmosfereke karibe bêhnê bigirin nemaye.
Li gor agahiyên hatin bidestxistin, li qatê bodrûmê ya 4 cenaze û 24 birîndar lê ne, av jî tineye. Pêdiviya avê ji ava di bin bîdon, amûrên malê de maye tê bicihanîn, ev av jî ji bo birîndaran dibe sedema hin nexweşiyên din. Ev du roj in ji ber malzemeyên pansûmanê nemaye birîndar nayên dermankirin. Herî dawî bi pemboyên ji balgîfan ve hewla pansûmanê hatibû dayîn.