Li Sûrê zarokek birîndar bû
Li Taxa Ziya Gokalp a navçeya Sûre, zarokê 9 salî yê bi navê Ramazan Bertan ji ber parçeyên bombeya hêzên dewleta Tirk birîndar bû.
Li Taxa Ziya Gokalp a navçeya Sûre, zarokê 9 salî yê bi navê Ramazan Bertan ji ber parçeyên bombeya hêzên dewleta Tirk birîndar bû.
Li navçeya Sûrê ku dorpêç û êrîşên tevkujiyê yên hezên dewleta Tirk didomin, taxên ku ne "qedexekirî" ne jî dibin hedefa êrîşan. Li Taxa Zîya Gokalpê, guleya bombeyê li Kolana Kapikuluyê ket. Di wê navberê de yek ji zarokên ku li ber derê malê dilîstin Ramazan Berûan (9) bi parçeyê bombeyê ji milê xwe birîndar bû. Bertan rakirin beşa lezgîn a Nexweşxaneya Dewletê ya Selahattîn Eyyubî.
Her wiha, li heman taxê guleyê topê li banê malekê ket. Li taxên dorpêçkirî ya Sûrê dengê teqîn û çekan bilind dibe.