Hêrsa gelê Rojava li hemberî AKP'ê zêde dibe
Welatiyên Til Temirê yê Kantona Cizîrê, êrîşên dewleta Tirk ên li Bakurê Kurdistanê şermezar kirin û destek dan berxwedana xwerêveberiyan.

Têkildarî êrîşên dewleta Tirk ên li hemberî gelê Bakurê Kurdistanê welatiyên bajarê Til Temirê ji ANF'ê re axivîn.
Welatiyê bi navê Reşîd Mehemed terora Erdogan û dewleta Tirk a li hemberî gelê Kurd lenet kir û anî ziman ku gelê Kurd li ku derê be, ew piştgiriyê didin berxwedana Bakur.
Reşîd Mehemed da zanîn ku gelê Kurd li Bakur, Başûr, Rojhilat, Rojava hemû yek in û bi yekîtiya xwe re ew ê siyaseta Erdogan têk bibin.
Dayika bi navê Hemdiye Kûtê da xuyakirin, ku êrîşên niha li Bakurê Kurdistanê diqewimin, heman êrîşên li Rojavayê Kurdistanê tên kirine û destnîşan kir ku mîna Rojava, wê gelê Bakur jî xweseriya xwe bi dest bixe.
Hemdiye Kûtê got, "Em heta dawiyê piştgiriyê didin gelê Bakur. Weke dayikek şehîdan ez piştgiriyê didim wan dayikên şehîdan ên bi şev û roj li wan kolanan li ber xwe didin. Çawa ku gelê me yê Bakur bi şev û roj di nava serma û seqemê de li ser sînor piştgirî da me, em jî gelê Bakur bi tenê nahêlin.
Hemdiye Kûtê berxwedana Bakurê Kurdistanê silav kir û diayr kir ku heta dilopa dawî ya xwîna xwe ew bi wan re ne.
Ciwanê bi navê Siyamend Yûsif jî berxwedana Bakurê Kurdistanê silav kir û da zanîn ku ew ji her şêwe piştgiriyê re amade ne.
Yûsif bang li her kesî kir, ku li hemberî hovîtiya Erdogan û dewleta AKP'ê dike, bêdeng nemînin.