Yuksek: Divê her kes bê Girêmîra
Hevserokê Giştî yê DBP’ê Kamûran Yuksek tevlî nobeda berxwedanê ya li Girêmîra bû, wiha got: “Yê dikarin werin bila werin Girêmîra, yên nikarin jî li cihê xwe rabin ser piyan.”
Hevserokê Giştî yê DBP’ê Kamûran Yuksek tevlî nobeda berxwedanê ya li Girêmîra bû, wiha got: “Yê dikarin werin bila werin Girêmîra, yên nikarin jî li cihê xwe rabin ser piyan.”
Ji Tirkiye û Kurdistanê tevlîbûna çalakiya nobeda berxwedanê ya li Girêmîra didome. Hevserokê Giştî yê DBP’ê Kamûran Yuksek jî tevlî çalakiya ketiya roja 5. bû. Yuksek daxuyanî da, got ji ber êîşên qirkirinê her diçe li Cizîrê rewş girantir dibe.
Yuksek 25 birîndarên li bodrûmê jî bi bîr xist, wiha got: “Li dijî Cizîrê êrîşek mezin heye. Li qatên bodrûmê birîndarên me hene û ji wan jî 25 bi giranî birîndar in.” Yuksek ragihand ku hevdîtinên bi serokwezîr re bê encam in, wiha dom kir: “Duh di hevdîtinê de me got hûn nekevin Cizîrê em ê bi xwe birîndarên xwe bigirin. Li ser vê hevpeymanek çêbû. Lê Walîtiya Şirnexê got li Cizîrê ‘sivîl yok’ û jê re bûn asteng. Derewan dikin, her kesên li wir sivîl in û hevalên me yên xebatê ne.”
Yuksek bal kişand ser asta êrîşên qirkirinê ya li Cizîrê gihiştinê, got hêz li cem gele heye û wê gel vê dorpêçê bişkîne. Yuksek bang li gelê Kurdistanê, hêzên ked û demokrasiyê kir, wiha got: “Em bi hêza xwe vê dorpêçê rakin. Em bi wan bawer nakin.
Em çê bikin em ê bi hêza xwe bikin. Yê dikarin werin bila werin Girêmîra, yên nikarin jî li cihê xwe rabin ser piyan. Em dikarin wê demê dorpêçê bişkînin.”
Yuksek herî dawî wiha got: “Em niha êşan dikşînin, lê yê bi ser keve em in, yê bi ser keve gel e.”