TJK-E: Em derkevin kolanan, jiyanê rawestînin!
Di daxuyaniyê de ji bo tevlîbûna çalakiya wê 27’ê Çileyê li pêşiya Konseya Ewropa bi dawî bibe banga tevlîbûna girseyî hat kirin.
Di daxuyaniyê de ji bo tevlîbûna çalakiya wê 27’ê Çileyê li pêşiya Konseya Ewropa bi dawî bibe banga tevlîbûna girseyî hat kirin.
TJK-E li hember êrîşên qirker ên li ser Bakurê Kurdistanê banga li her derê lidarxistina çalakiyan kir.
Koordînasyona Tevgera Jinên Kurd a Ewropa (TJK-E) daxuyaniyek nivîskî da, li hember êîrşên mêtinger û qirker ên dewleta Tirk bertek nîşan da, banga mezinkirina eniya berxwedanê kir.
TJK-E got wê bi şîara, ‘Her der Cizîr, her der Sûr’ bikevin nav liv û tevgerê, wiha got: “Eger em naxwazin ji mirovahiya xwe şerm bikin û bibin hevparên vî sûcî, îro dema derketina kolanan û sekinandina jiyanê ye. 28 mirovên me niha li ber sikratê ne. Ji van 4 hatin qetilkirin. Em ê bi berxwedan û çalakiyên xwe ji wan re bibin can.”
BANGA JI BO JINÊN KURD
Di dewama daxuyaniyê de banga xwedîderketina berxwedanê li tevahî jin û tevgerên jin ên Kurdan hat kirin, wiha hat ragihandin:
“Her dayik ji bo li hember wehşeta li Kurdistanê bêdeng nemîne divê nameyekê an jî bi devkî bertekên xwe li dijî dibistanên zarokên xwe bînin ziman, zarokên xwe 3 rojan neşînin dibistanê. Dayik ji bo zarokên Kurd ên tên kuştin û di sarincan de tên veşartin divê biçin şaxên UNICEF’ê û meşan li dar bixin. Jinên Kurd divê vê pêvajoyê bi awayekî xurt bi rêxistin bikin û êdî çalakiyên encamgir li dar bixin.
Di daxuyaniyê de ji bo tevlîbûna çalakiya wê 27’ê Çileyê li pêşiya Konseya Ewropa bi dawî bibe banga tevlîbûna girseyî hat kirin.
‘LI HER CIHÎ EM BIKEVIN NAV LIV Û TEVGERÊ’
Di dawiya daxuyaniyê de TJK-E wiha got: “Ji niha û şûn de divê em di çalakiya kolanan de divê em bi xelekên mirovan ve piştgirî û piştevaniya xwe ya ji bo azadiya Kurdistanê pêk bînin. Tevahî hevbirên me wek yek rojev divê li her cihî bikevin nav liv û tevgerê.”