Li Amedê polîsan avêtin ser avahiyên DBP û Halkevlerî

Li navçeya Amed Yenîşehîr, polîsên tîmên tevgera taybet danê sibehê avêtin ser avahiya HDP'ê ya Navçeyê û Halkevlerî ya Fîskaya.

Li navçeya Amed Yenîşehîr, polîsên tîmên tevgera taybet danê sibehê avêtin ser avahiya HDP'ê ya Navçeyê û Halkevlerî ya Fîskaya. Di encama serdegirtinan de ku deriyên avahiyan hatin şikandin, kesek hat binçavkirin.

Hat ragihandin ku jina li avahiya DBP'ê ya Yenîşehîrê hatiye binçavkirin navê wê Emîne ye lê paşnavê wê nehatiye zanîn.