Elçî: Eger em bêdeng bimînin, dibe ku birîndarên me jiyana xwe ji dest bidin

Kekê Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî yê li Sûrê hat qetilkirin Ahmet Elçî got, "banga min ne li mêtîngeran e, li gelan e" û ji her kesî xwest li ber xwe bide.

Kekê Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî yê li Sûrê hat qetilkirin Ahmet Elçî yê ji bo tevlî Meşa Botanê bibe hat Girê Mîra got, "banga min ne li mêtîngeran e, li gelan e" û ji her kesî xwest li ber xwe bide.

Elçî, qirkirin û dorpêçiya dewleta Tirk a li ser Kurdistanê lenet kir û da zanîn, ku êrîş çiqasî hovane jî be, wê nikaribin gelê Kurd biqedînin. 

Elçî bibîr xist, ku gelek dagirkeran bi salan xwestin Kurdistanê dagir bikin û got, "Di dema Mogolan de jî li Kurdistanê kevir li ser kevir nehiştin. Îro jî heman rêbazê bi kar tînin. Mejî heman mejî ye." Elçî destnîşan kir ku çavkaniya DAIŞ'ê ya xwe jê xwedî dike, Mogol e.

'BANGA MIN NE JI MÊTÎNGERAN RE YE, BANGA MIN LI GELÊ KURD E'

Elçî qala mezinahiya berxwedana li Cizîrê kir û got, "Bi sedan mirov birîndar bûne, bi dehan jiyana xwe ji dest dane. Ez ji mêtîngeran re nabêjim, ji gelê Kurd re dibêjim. Bila xwedî li birîndarên xwe, li cenazeyên xwe derkevin. Eger em îro bêdeng bimînin, dibe ku birîndarên me jiyana xwe ji dest bidin."