Li ser mala birîndar lê ne êrîş dewam dikin
Ambûlansên li Cizîrê ji bo birîndaran bigire ket rê hat astengkirin. Qada birîndar lê ne ji aliyê wesayîtên zirxî hatine dorpêçkirn û di bin êrîşê de ne, qad di bin topbarênê de ye.
Ambûlansên li Cizîrê ji bo birîndaran bigire ket rê hat astengkirin. Qada birîndar lê ne ji aliyê wesayîtên zirxî hatine dorpêçkirn û di bin êrîşê de ne, qad di bin topbarênê de ye.
Ji bo 23 kesên li bodrûma avahiyek li Taxa Cûdî ya navçeya Cizîrê ya Şirnexê bi birîndarî hatine rawestandin wergire, di encama hevdîtinên bi Midûriyeta Emniyetê ya Cizîrê û Qeymeqamtiya Cizîrê, ambûlansa aîdî Şaredariya Cizîrê ber bi Taxa Cûdî derket rê.
Pêşiya ambûlansan bi wesayîtên zirxî hatin girtin, bi wesayîtên zirxî re birin Midûriyeta Emniyetê ya li Taxa Konakê, avahiya ku birîndar lê ne jî ji aliyê wesayîtên zirxî ve hat dorpêçkirin. Wesayîtên zirxî ber bi aliyê avahiya ku birîndar lê ne guleyan direşînin, li heman binayê û derdora wê jî topbaran dan destpêkirin.
Parlamenterê HDP’ê yê Şirnexê Faysal Sariyildiz axaftina bi yên li gel birîndaran wiha ragihand: “Mal di bin êrîşê de ye. Niha 5 cenaze hene. Eger zêdetir cenaze derkeve zanibin ku înfaz e.”
Sariyildiz bal kişand ku yên li hember birîndaran pêk tên komplo ye û got 2 ambûlansên aîdî şaredariyê jî li Taxa Konakê tên rawestandin.