Li Sûrê gelek polîs û leşker hatin kuştin -HAT NÛKIRIN
Li navçeya Amed Sûrê ku êrîşên dewletê lê dewam dikin, şer giran e. Li gorî agahiyan, di şer de gelek leşker û polîs hatine kuştin. Li navçeyê gelek ambûlans diçin û tên.
Li navçeya Amed Sûrê ku êrîşên dewletê lê dewam dikin, şer giran e. Li gorî agahiyan, di şer de gelek leşker û polîs hatine kuştin. Li navçeyê gelek ambûlans diçin û tên.
Berxwedana Sûrê li dijî dorpêçî û terora dewleta Tirk, di roja 57. de ye. Danê vê sibehê şerekî dijwar qewimî. Li navçeyê, şer li nava malan dewam dike. Hat ragihandin, di şerê îro de heta niha gelek leşker û polîs hatine kuştin, hejmareke zêde jî birîndar bûne.
Li gorî daxuyaniyên dewleta Tirk 3 tîmên tevgera taybet hatine kuştin, 6 leşker û 2 polîsên tevgera taybet birîndar bûne. Lê belê çavkaniyên herêmî diyar dikin, ku hejmara kuştiyên dewleta Tirk gelekî zêde ye.
Qeymeqamiya Tirk a li Sûrê jî bi daxuyaniyekê ragihand ku ji saet 11:30 û pê ve li taxên Abdaldede, Alîpaşa, Lalebey, Suleyman Nazîf, Ziya Gokalp û kolana Melîkahmetê derketina derve hatiye qedexekirin.