Ji birîndaran re anonsa ‘Teslîm bibin’ tê kirin
Ji wesayîtên zirxî ji bo 23 birîndarên li bodrûma avahiyek li Cizîrê banga ‘teslîm bibin’ tê kirin.
Ji wesayîtên zirxî ji bo 23 birîndarên li bodrûma avahiyek li Cizîrê banga ‘teslîm bibin’ tê kirin.
Parlamenterê HDP’ê yê Şirnexê Faysal Sariyildiz got bi bangê ve hewl didin bingehê qetlîamê amade bikin. Ji bo 23 birîndarên li bodrûma maleke li Taxa Cûdî ya li navçeya Cizîrê di êrîşên qirkirinê de birîndar bûn banga ‘teslîm bibin’ tê kirin.
Parlamenterê HDP’ê yê Şirnexê Faysal Sariyildiz li hember banga ‘teslîm bibin’ a ji bo birîndarên di maleke di bin topbaranê de mayî bertek nîşan da, wiha got: “Halê wan tineye derkevin derveyî bodrûmê. Bi birîndarî nikarin rabin ser piyan. Bi top û tankan tên hedefgirtin. Tiştê divê bê kirin bi ambûlansan girtina birîndaran e. Spartina teslîmbûn xwestinê hewldana qetlîamê ye. Heta niha 5 kesan jiyana xwe ji dest dan. Ev zîhniyetek qetlîamker e. Li wir xwendekarên zanîngehê, zarok, jin, sivîl hene. Di wê bodrûmê de mirovên bi çek tinene. Divê wesayîtên zirxî demildest vekişin û ambûlans birîndaran wergire.”Li hember nûçeya medyaya alîgir a “berpirsên paye bilind ên PKK’ê” Sariyildiz bertek nîşan da, wiha got: “Heta niha nûçeyek rast çênekir. Dezenformasyonê dikin. Hevparên qetlîamê ne. Ji endamê me yê Meclîsa Şaredariyê yê hat qetilkirin jî wiha digotin, ewqasî ketîne. Niha jî bingehê qetlîamê amade dikin. Em nasnameyên van mirovana bi rojan e parve dikin. Din av de zarok û kal hene. Ev medya bûye wehş.”