Bi dehan kesên dimeşiyan Botanê li pêşiya Qoserê hatin sekinandin

Endamên HDP'ê yên ji bo tevlî Meşa Botanê bibin ji Dîlokê hatin, li pêşiya Qoserê ji aliyê hêzên dewleta Tirk ve hatin sekinandin. Destûr ji girseyê re nayê dayîn ku xwe bigihînin Nisebînê.

Tevlîbûna li Meşa Mezin a Botanê ya ji bo şikandina dorpêçiya li ser Şirnex, Cizîr, Silopiya û Hezexê tê lidarxistin, dewam dike. Rêveberên HDP, DBP û ESP'ê jî di nav de girseya gel a ji Dîlokê bi rê ket, li pêşiya navçeya Mêrdîn Qoserê ji aliyê hêzên dewleta Tirk ve hat birîn. Hêzên dewletê dest danîn ser destûrnameya ajotinê ya ajokaran û wesayîtên wan girê dan.

Ji ber vê astegniyê girseya gel derbasî Dêrikê bû. Hevserokê HDP'ê yê Dîlokê Mehmet Karayilan li ser navê komê li vir daxuyaniyek da û got, "Ji ber pêkanînên kêfî destûr nadin em bimeşin Botanê. Li Cizîr, Nisêbîn, Sûr û gelek deverên Kurdistanê li hemberî vîna xwerêvebirinê ya gel komkujiyek hatiye destpêkirin." Karayilan bibîr xist ku li Cizîrê bi dehan birîndar li jêrzemîna avahiyekê bi rojane ji bo mirinê hatine hiştin û got, "Ev hemû li pêş çavên cîhanê diqewime. Ev komkujî belgeya planên dewlet û hikûmetê yên li hemberî Kurdan e."

Girseya gel ji bo xwe bigihîne Nisêbînê wê di nava rojê de careke din bi rê bikeve.