Leşkerên Tirk jineke ji Rojavayê Kurdistanê qetil kirin
Leşkerên Tirk, li ser sînorê Rojavayê Kurdistanê jineke 30 salî qetil kirin.
Leşkerên Tirk, li ser sînorê Rojavayê Kurdistanê jineke 30 salî qetil kirin.
Welatiya bi navê Sara Xemîs a 30 salî ya ji pêkhateya Ereb şevê din dixwest tevî zaroka xwe di ber gundê El-Eradê yê 20 km dikeve rojavayê bajarê Dirêbsiyê re derbasî Bakurê Kurdistanê bibe, rastî gulebaranê hêzên artêşa Tirk hat.
Sara gule lê ket û birayên wê ew rakirina nexweşxaneya bajarê Dirbêsiyê. Tevî hewldanên doktoran, Sara jiyana ji dest da. Birayên wê cenaze birin gundê xwe û li bajarokê Zirganê spartin axê.