Polîsên Tirk li Çîft Kapi êrîşî gel kirin

Li Amedê, girseya gel bi pêşengiya KJA, DBP, HDP û KCD’ê li Çift Kapi ji bo meşê li hev civiya. Lê belê polîsên Tirk êrîşî girseyê kirin.

Ji bo şikandina dorpêçî û êrîşa li dijî navçeya Sûrê bi pêşengiya HDP, DBP, KCD, KJA û DEM-GENÇ'ê welatî li Çîft Kapi kom bûn. Welatiyên ku kom bûn dirûşmên "Em ê bi berxwedanê bi ser kevin" "Bijî Serok Apo" berz kirin û sirûda "Çerxa Şoreşê" xwendin.
Piştî demeke polîsan li ser Çîft Kapiyê bi ava şid û gaza îsotê êrîşî gel kirin.