Malbat wê li Cizîrê nobedê bigirin
Malbatên ku zarok û xizmên wan di terora dewletê de jiyana xwe ji dest dane, ji bo dawî li komkujiya li Cizîrê were anîn, wê li Cizîrê nobedê bigirin.
Malbatên ku zarok û xizmên wan di terora dewletê de jiyana xwe ji dest dane, ji bo dawî li komkujiya li Cizîrê were anîn, wê li Cizîrê nobedê bigirin.
Însiyatîfa Dayikên Pirsûsê, Dayikên Şemiyê, Malbatên Roboskî, Malbatên Gezî, Dayikên Aştiyê û Platforma Bîra Civakî, ji bo dawî li komkujiyên li hemberî gelê Cizîrê were anîn û dorpêçî were rakirin, wê li Cizîrê nobedê bigirin.
Kekê şehîdê Gezî Ethem Sarisuluk Mûstafa Sarisuluk diyar kir, ew ê di 29-30-31'ê Çileyê de li Cizîrê bin û got, "Ji bo bes mirov bimirin em ê ji bo 3 rojan nobeda jiyanê bigirin."