Salvegera duyemîn a xweseriyê li Kobanê hate pîrozkirin
Bi wesîleya duyemîn salvegera ragihandina rêveberiya xweseriya kantona Kobanê, civînek berfireh ji aliyê rêveberiya kantonê ve hat lidarxistin.

Civînê bi beşdariya nûnerên rêveberiya xweser a kantona Cizîrê, meclîsa rêveberiya Şengalê, rêveberiya Girê Sipî, partiyên siyasî, saziyên civaka sivîl û Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM)destpê kir.
Di civînê de serokê desteya rêveber a kantona Kobanê axivî û bi xêrhatina mêvanên ku beşdarê bûn kir û bal kişand li ser kar û xebatê ji aliyê desteyên kantona Kobanê ve di van salan de hatin kirin.
Herwiha hevserokê meclîsa Tev Demê li Kobanê Ehmed Şêxo axivî û diyar kir ku rola gelê Bakurê Kurdistanê di serketina Kobanê de mezîn bû û xwedî derketina wan li penaberên Kobanê di dema êrîşa çeteyên DAIŞ'ê de nayê ji bîrkirin.
Di civînê de mesajên pîrozbahiyê hatin xwandin. Di hemû mesajên ku hatine xwendin berxwedana Bakurê Kurdistanê silav kirin û bajarên Bakur ên xweseriya xwe ragihandin pîroz kirin.
Civîn bi stranên şoreşgerî û govenda komên zarokan hate bi dawî kirin.