Sariyildiz: Dixwazin birîndaran bi komployê qetil bikin
Li Cizîrê, dema ku ambûlans ji bo rakirina birîndaran ket nava taxê, hêzên dewletê dest bi gulereşandinê kirin.
Li Cizîrê, dema ku ambûlans ji bo rakirina birîndaran ket nava taxê, hêzên dewletê dest bi gulereşandinê kirin.
Ji bo rakirina 23 birîndarên li jêrzemîna avahiyek li taxa Cûdî asê mane, di encama hevdîtinên bi Midûriyeta Emniyetê ya Cizîrê û Qeymeqamiya Cizîrê de ambûlansek Şaredariya Cizîrê ji bo rakirina birîndaran çû taxa Cûdî. Lê belê dema ambûlans di rê de bû, maşînên zirxî gule li avahiya birîndar tê de ne, reşandin. Dema birîndaran xwe amade dikirin ji jêrzemînê derkevin, hêzên dewletê gelek hawan avêtin avahiyê.
Parlamenterê HDP'ê yê Şirnexê Faysal Sariyildiz li ser mijarê agahî da û diyar kir ku, dewlet hewl dide yên di avahiyê de ne bi komployekê qetil bike. Sariyildiz da xuyakirin ku ambûlans di çarçoveya agahiya emniyet û qeymeqamtiyê de çûye navnîşanê û got, "Birîndar wê bihatina wê adresê. Lê belê kêm mabû ambûlans bigihêje wê adresê, yekser gule hatin reşandin. Her wiha dema birîndar derdiketin qatê jorê yê avahiyê, hawan li avahiyê hatin barandin."
Sariyildiz anî ziman ku hewl tê dayîn bi komployekê re birîndar werin qetilkirin û hişyarî da ku birîndar dakevin jêrzemînê. Mala birîndar tê de ne bi hawanan tê bombekirin. Ji herêmê dengê teqînan tê.