Polîsên Tirk êrîşî girseya gel a dixwaze bimeşe Sûrê kirin
Ji bo pêşîgirtina li êrîşên li hemberî Sûrê, girseya gel li kolana Melîkahmet li hev civiya. Lê belê polîsên Tirk êrîşî girseyê kirin.
Ji bo pêşîgirtina li êrîşên li hemberî Sûrê, girseya gel li kolana Melîkahmet li hev civiya. Lê belê polîsên Tirk êrîşî girseyê kirin.
Piştî ku 5 taxên din û kolana Melîkahmet li nava qadên "qedexekirî" yên li Sûrê ji aliyê dewleta Tirk ve hat zêdekirin, şêniyên Amedê ji bo şikandina êrîş û dorpêçiyê, li Kolana Melîkahmet li hev civiyan.
Lê belê polîsên Tirk bi bombeyên gazê êrîşî girseya gel kirin. Tevî êrîşa hêzên dewleta Tirk jî, girseya gel belav nabe. Li hin cihên taxê jî polîsên Tirk guleyên rastî ber didin gel.