BI DÎMEN

MLKP: Her kesê xwe weke şoreşger, demokrat dibîne, divê destekê bide berxwedanê

Fermandarê MLKP'ê yê Şengalê Cevahîr hişyarî da û diyar kir ku ew ê bi bersivdayînê re hesabê êrîşên li Bakurê Kurdistanê bipirsin. Cehavîr bang li hemû şoreşger û demokratan kir, ku li cem gelê Kurd cih bigirin.

Fermandarê MLKP'ê yê Şengalê Cevahîr hişyarî da û diyar kir ku ew ê bi bersivdayînê re hesabê êrîşên li Bakurê Kurdistanê bipirsin. Cehavîr bang li hemû şoreşger û demokratan kir, ku li cem gelê Kurd cih bigirin.

Fermandarê MLKP'ê yê Şengalê Mahîr Cevahîr, komkujiyên dewleta Tirk ên li Bakurê Kurdistanê û rewşa dawî ya Şengalê ji ANF'ê re nirxandin.

'PÊVAJOYA ŞOREŞÊ'

Cevahîr got, "Ji Şengalê weke MLKP'ê em berxwedana gelê me ya li Cizîr, Sûr, Silopiya û Nisêbînê silav dikin" û destnîşan kir, ku bi hestên şoreşgerî ew diyar dikin, ku li cem gelê xwe yê berxwedêr in. Cevahîr da zanîn, ku ew ê li hemberî êrîşên dewleta Tirk ên li Kurdistanê bêdeng nemînin û bi bersivdayînê re tolê hilînin.

Cevahîr got, "Li Cizîr, Sûr, Silopiya û Nisêbînê pêvajoyeke şoreşê heye. Di vê pêvajoya şoreşê de dîktatoriya Tirk a faşîst, bi awayekî namerdî û hovane jin, zarok, extiyar, her kesî qetil dike. Em van komkujiyan bi tundî şermezar dikin. Partiya me wê ji sedî sed bersivê bide van êrîşan. Wê ti carî li hemberî komkujiyan bêdeng nemîne. Û li cem hevrêyên me yên berxwedêr cih bigire."

'DIVÊ BI RUHÊ KOBANÊ Û ŞENGALÊ RE DESTEK JI BAKURÊ KURDISTANÊ RE BÊ DAYÎN'

Cevahîr bang li hemû şoreşger, sosyalîst û demokratên li Tirkiyeyê kir ku xwedî li berxwedan û beyana vînê ya gelê Kurd derkevin, vê yekê weke 'meşaleyeke siberojên Rojhilata Navîn ronî dike' bibînin û got, "Ji bo geşkirina agirê vê meşaleyê, divê hewldan bê dayîn. Her kesên ji xwe re dibêje demokrat û şoreşger im, pêwîste têkoşîna li hemberî faşîzmê ji bo xwe weke berpirsyariyê bibîne û destkeê bide berxwedana li Bakurê Kurdistanê. Çawa ku li Kobanê û Şengalê destek hat dayîn û êrîş hatin şikandin, divê niha jî destekê bidin û xwedî li şoreşê derkevin. Gelê me û hevrêyên me yên ciwan ên li wê derê ti carî bi tenê nînin. Divê destek ji wan re were dayîn."

'GIRÎNG E LI ŞENGALÊ XWERÊVEBERÎ BÊ AVAKIRIN'

Cevahîr bibîr xist ku Şengal bi berxwedaneke destanî ya ji 15 mehan hat azadkirin, di nava vê berxwedana destanî de wan nêzî du sed şehîd û bi dehan birîndar dane û got, "Di encama vê berxwedana destanî de Şengal ji çeteyên DAIŞ'ê yên faşîst ê paşverû hat irzgarkirin. Di nava berxwedana Şengalê de hêzeke nû derket holê, vîneke nû derket holê. Civaka Êzidî hêz û vîna xwe kir yek û YBŞ ava kir. Di roja yekî de divê êdî YBŞ hebûna xwe û xebatên xwe yên ji bo Şengalê bi awayekî azad ibomîne, cihê xwe di nava hevsengiyên siyasî de bigire."

'TI TIŞT ÊDÎ MÎNA BERÊ NABE'

Fermandarê MLKP'ê yê Şengalê Mahîr Cevahîr da xuyakirin, ku li Şengalê divê êdî ti tişt mîna berê nemîne û destnîşan kir, ku divê rêveberî êdî bi rengekî cuda bimeşe.

Cevahîr got, "Divê Êzidî bi vîn û hêza xwe, Şengalê bi rê ve bibin. Divê li Şengalê pêvajoyeke ji nû ve avakirinê ya ku civak bi xwe parastin û siyasetê diyar dike, pêk were. Pêwîste astengiyên PDK di vî warî de derdixîne holê, êdî bi dawî bibin. Ji bilî zerarê ti feyda van astengiyan li civaka Êzidî nîne. Girîng e vîna Êzidî ya li vir derketiye holê bi rêzdarî were pêşwazîkirin, destekkirin û xurtkirin. Ya ku divê PDK û pêşmerge bikin; xwedîderketin û xurtkirina YBŞ'ê ye."