Kurdistanî li pêşiya NY ne: Mudaxeleyî qetlîamê bike!
Kurdistaniyên li pêşiya NY dest bi çalakiya rûniştinê kirin, xwestin ku NY li hember polîtîkayên qirkirinê yên dewleta Tirk bikeve nav liv û tevgerê.
Kurdistaniyên li pêşiya NY dest bi çalakiya rûniştinê kirin, xwestin ku NY li hember polîtîkayên qirkirinê yên dewleta Tirk bikeve nav liv û tevgerê.
Kurdistaniyên li pêşiya NY dest bi çalakiya rûniştinê kirin, xwestin ku NY li hember polîtîkayên qirkirinê yên dewleta Tirk bikeve nav liv û tevgerê. Di çalakiyê de Hevseroka KCD-E Osman wiha bang li hêzên navneteweyî kir: “Eger hûn li hember bûyerên li Kurdistanê bêdengiya xwe bidomînin, em ê we jî hevparên van qetlîamana bibînin.” Osman bang li gelê Kurdistanê kir ku her derê veguherînin qada çalakiyê.
Êrîşên qirker ên hêzên dewletê yên bi talîmata AKP’ê û Serokkomarê Tirk Tayyîp Erdogan li Bakurê Kurdistanê dewam dike, li pêşiya Neteweyên Yekbûyî (NY) bi çalakiya rûniştinê ve tê protestokirin.
Kurdistaniyên di pêşengiya Navendên Civaka Kurd a Demokratîk a Swîsreyê (DEM-KURD) de li pêşiya navenda NY a li Cenevreyê hatin cem hev, di konê danîn de dest bi çalakiya rûniştinê ya 3 rojan kirin.
Di çalakiyê de daxwaz hat kirin ku ji bo rawestandina êrîşên dewleta Tirk ên di serî de li Sûr û Cizîrê, li ser tevahî navçeyên Kurdistanê, NY bikeve nav liv û tevgerê, daxwaz hat kirin ku hêzên navneteweyî li hember bûyerên li Kurdistanê bêdeng nemînin.
‘DIVÊ NY MUDAXELE BIKE’
Di çalakiyê de Hevseroka KCD-E Dilşah Osman axivî, bal kişand ser qetlîamên dewleta Tirk, hat destnîşankirin ku divê sazî û dezgehên navneteweyî bêdengiya xwe bişkînin. Osman ragihand ku dewleta Tirk Hevpeymana Cenevre binpê kiriye, got bêyî xwe bavêje ti hincetan divê NY mudaxeleyî Tirkiye bike.
‘EM Ê WE JÎ WEK HEVPARÊN QETLÎAMÊ BIBÎNIN!’
Osman bi bîr xist ku her diçe li Kurdistanê rewş girantir dibe, wiha dom kir: “Gelê Kurd îro ji bo mafê xwe yê herî rewa bi qetlîamên dewleta Tirk re rû bi rû ye. Eger di serî de NY û hêzên din ên navneteweyî mudaxeleyî Tirkiyeyê nekin, em ê wan jî hevparên van qetlîamana bibînin.”
‘DIBE SIBEHÊ DERENG BIBE; EM HER DEVERÊ VEGUHERÎNIN QADA BERXWEDANÊ’
Hevseroka KCD-E Dilşah Osman banga derketina qadan li Kurdistaniyên li Ewropa dijîn kir, wiha got: “Me çawa di berxwedana Kobanê de cîhan rakir ser piyan, îro jî divê em derkevin qadan û berxwedana Bakurê Kurdistanê bigihînin serketinê. Dibe sibehê dereng be! Ji îro û şûn de divê em her deverê Ewropa veguherînin qada çalakiyê.”
Çalakiya rûniştinê ya Kurdistaniyên wê sibehê jî dewam bike.