Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê êrîşên qirkirinê di roja 43. de didome, Omer Urun û ciwanekî bi navê Kasim ji bo nasnameyên xwe yên li malê mayê bigirin ji Taxa Dagkapi hewl dan biçin Taxa Cûdî. Dema hatibûn Cadeya Nisêbînê ya nêzî taxê, ji aliyê polîsan hatin gulebarandin, ji bo xwe ji guleyan biparêzin xwe avêtin kolana piştî avahiya şaredariya kevn. Dayika Omer Urun, Gule Urun ji bo ciwanan rizgar bike bi ala spî ber bi cihê bûyerê ve meşiyabû.
Li ser israra dayika Urun a ji bo rizgarkirina ciwanan, hêzên dewletê Urun jî girtin cem xwe û çûn mala behsa wê tê kirin. Her du ciwanên li malê hatin binçavkirin û birin Midûriyeta Emniyetê ya Navçeya Cizîrê.
Dayik Urun a vegeriya malê got, kurê wê û ciwanê din bi şansê xwe ji êrîşan rizgar kirine.