KESK, DÎSK û TMMOB jî di nobeda berxwedanê de ne
Komek kedkarên ji şaxên Mêrdînê yên KESK, DÎSK û TMMOB’ê jî tevlî nobeda berxwedanê ya ji bo Cizîr,Silopiya û Sûrê hat destpekirin bûn.
Komek kedkarên ji şaxên Mêrdînê yên KESK, DÎSK û TMMOB’ê jî tevlî nobeda berxwedanê ya ji bo Cizîr,Silopiya û Sûrê hat destpekirin bûn.
Li dijî êrîşên qirkirinê yên Sûra Amedê û navçeyên Cizîr, Silopiya yen Şirnexê li Taxa Girê Mîran a giredayî navçeya Nisebînê ya Mêrdînê berxwedana nobedê berdewame. Komek kedkarên endamê DÎSK, KESK û TMMOB’ê jî tevlî nobeda berxwedanê bûn.
Nûnerê Nisebînê yê Egîtîm Senê Kadrî Baysal da xuyakirin ku, ji îro şûn de wek şaxên Mêrdînê ên KESK, DÎSK û TMMOB’ê tevlî nobeda berxwedanê bûne. Baysal, ji bo şikandina dorpeçê banga berxwedanê li her kesî kir.