PKK'ê şehîdên meha Çileyê bibîr anî
Desteya Rêveber a PKK'ê şehîdên meha Çileyê bibîr anî. Di daxuyaniyê de hat gotin, "Em ê bîranîna Sakîneyên li Parîsê, Sêvên li Silopiyayê ji xwe re bikin hinceta jiyanê û ji sedî sed bi şoreşê re tacîdar bikin."
Desteya Rêveber a PKK'ê şehîdên meha Çileyê bibîr anî. Di daxuyaniyê de hat gotin, "Em ê bîranîna Sakîneyên li Parîsê, Sêvên li Silopiyayê ji xwe re bikin hinceta jiyanê û ji sedî sed bi şoreşê re tacîdar bikin."
Desteya Rêveber a PKK'ê şehîdên meha Çileyê bibîr anî. Di daxuyaniyê de hat gotin, "Em ê bîranîna Sakîneyên li Parîsê, Sêvên li Silopiyayê ji xwe re bikin hinceta jiyanê û ji sedî sed bi şoreşê re tacîdar bikin. Em hemû şehîdên xwe yên di Şoreşa Rizgariya Demokratîk a Kurdistanê de gihîştine şehadetê di şexsê şehîdên meha Çileyê de bibîr tînin, wan bi rêzdarî silav dikin."
Desteya Rêveber a PKK'ê, cangoriyên di meha Çileyê de jiyana xwe ji dest dan, bibîr anî. Di daxuyaniya PKK'ê de hat gotin, "Berxwedan rastiya afirandinê ya her demê ye. Li dijî hukmê tinebûnê, berxwedan yekane rêya hebûn û zindîbûnê ye. Piştî ku şaristaniyên bi dewletan ava bûn, hemû civakên nexwestin nirxên komunal û azad winda bikin, li dijî sîstemên tekparêz, mêtînger û faşîst weke wezîfeyeke pîroz serî li berxwedanê dan. Dewlemendiya civakî ya roja îro, nirxên însanî yên bingehîn, wekhevî, azadî, edalet bi kurtasî her tiştên bi navê mirovahiyê, bi saya berxwedanê afirîne. Ji hemû olan heta komên cuda yên baweriyê, ji hemû rêxistinbûyînên etnîkî heta beşên civakî, ji hemû berhemên hunerê heta tevgerên felsefîk û zanistî, afirandina hebûn û nûbûnê û gihaştina roja îro, bi berxwedanê re bûne.
PKK, di demên berxwedana lehengan ên bi destan, jiyana nûxwazî û exlaqa xwe re rê nîşanî mirovahiyê dan derket holê, bû malê civakan û di hiş û mejiyê mirovan de cih girt. Leheng hene berxwedan nivîsandin, berxwedan hene leheng afirandine."
Daxuyaniya PKK'ê bi vî rengî dewam kir:
"Di şexsê hevrêyên me Diyar-Sabrî Acar ê ji navçeya Şirnex Elkê û Mazlûm-Şabakn Çaki yê ji navçeya Wan Şaxê de, heft hevrêyên me yên di Çileya sala 1989'an de li herêma Bêsosin a Zagrosê di berxwedana li hemberî hêzên mêtînger de şehîd ketin bibîr tînin û soza jîndarkirina bîranîna wan dubare dikin.
Hevrêyên me Cevahîr-Kenan Kaya yê ji navçeya Mûş Gimgimê û Mazlûm-Sînan Yalçin ê ji navçeya Sêwas Kangalê di 7'ê Çileya 1992'an de li herêma Besta ya Botanê di operasyona hewayî ya dijmin de gihîştin şehadetê. Em wan bi rêzdarî bibîr tînin û dibêjin ku em ê hevrê Mazlûm-Sînan Yalçin ê bi ruhê Hakiyan û Kemalan li cem gelê Kurdistanê li dijî faşîzmê şer kirin ji bîr nekin û soz didin ku em ê şoreşê bi gelên Tirkiyeyê re bikin yek.
Ji ewladên leheng ên Efrînê hevrê Dewran-Hannan Şêxo û Rêzan-Metîn Demîr tevî pênc hevrêyên xwe, li dijî hebûna leşkerî ya mêtîngeriya faşîst, di 1'ê Çileya 1994'an de di çalakiya li dijî qereqola Reşînê de şehîd ket. Em van hevrêyên xwe bi rêzdarî bibîr tînin û dibêjin ku di rêya şoreşê de em ê cesaret û fedekariyên wan esas bigirin.
Em hevrê Zozan-Fîdan Huseyîn a ji Efrînê, ku li qada bejahî ya Bazarcixê ya li eyaleta Başûrrojava di Çileya 1994'an de şehîd ket, bi rêzdarî bibîr tînin û destnîşan dikin, ku şehîdên me hemû yekane hêza rêya pêşerojeke demokratîk û azad nîşan didin e.
Hevrêyên me Agir-Mûhîttîn Tûnç ê ji navçeya Sêrt Berwariyê û Gulan-Fatma Yilmaz ê ji navçeya Amed Liceyê, di 3'ê Çileya 1996'an de li navçeya Çewlik Çêrme ji ber şert û mercên xwezayî gihîştin şehadetê. Em wan bi rêzdarî bibîr tînin û diyar dikin ku em ê bi armancên wan ên ku di oxira wê de wan bi her awayî berdêl dan, dilsoz bin.
Di şexsê hevrêyên xwe Melsa-Nûkan Çam a ji navçeya Dêrsim Mazgîrtê û Yaser-Alî Ekber Kanlibaş ê ji navçeya Meletî Doganşehîrê de, şeş hevrêyên xwe yên di 8'ê Çileya 1996'an de li qada Koçgirî di şerê li dijî hêzên artêşa T.C de şehîd ketin, bi rêzdarî û minetdarî bibîr tînin. Em careke din soz didin ku bîranînên wan bi têkoşîna xwe re bidin jiyîn.
Em hevrêyê xwe Rodî-Ramazan Ayaz ê ji navçeya Colemêrg Çelê, ku di 1'ê Çileya 2000'î de li Kanî Cengê bi lehengî gihîşt şehadetê bi rêzdarî bibîr tînin û destnîşan dikin ku heta bicihanîna armancên hemû hevrêyên me yên di vê oxirê de şehîd ketine, em ê bi bîranînên wan re dilsoz bin.
Em hevrêyê xwe Zerdeşt-Erdogan Kaya yê ji Erzîganê, ku bi xebatên xwe yên gerîla û çand û hunerê re cihê xwe di dilan de neqişand û di Çileya 2010'an de gihîşt şehadetê, bi rêzdarî bibîr tînin.
Hevrêyên me Zana-Lokman Goktaş ê ji Mêrdînê û Koçer-Erdal Şalo yê ji Dêrika Rojavayê Kurdistanê, di 15'ê Çileya 2013'an de ji ber êrîşa hewayî ya dewleta serdest a Tirk a mêtînger şehîd ketin, bi rêzdarî bibîr tînin û soza xwe dubare dikin ku em ê li ser şopa wan meşa xwe bi şoreşê re tacîdar bikin.
Hevrêyê me Dijwar Çiya-Ramazan Topçû yê ji navçeya Riha Wêranşarê, di 17'ê Çileya 1999'an de li navçeya Amed Hezroyê, di şerê ji ber îxbarekê qewimî de şehîd ket. Em vî hevrêyê xwe bi rêzdarî bibîr tînin û soz didin ku em ê belayê xiyanetê bi rengekî ku careke din nikaribe li Kurdistanê vegere, ji Kurdistanê biqewirînin.
Em hevrêya xwe Mizgîn-Muzeyyen Tûncel a di sala 1996'an de ji Nisêbînê beşdar bû û di 20'ê Çileya 2000'î de li Geliyê Kuva ji ber ketina aşûtê gihîşt şehadetê, bi rêzdarî û minetdarî bibîr tînin.
Hevrêya me Rengîn-Halîme Ozhan a di sala 1990'î de li Dihê beşdar bû, di 23'ê Çileya 1992'an de li Çiyayê Mara bi fedekarî û cesareteke mînakdar li ber xwe da û şehîd ket. Em soz didin hevrêya xwe ku em ê bi pêşengiya jinê civaka azad ava bikin û bîranîna wê li Kurdistana xweser bidin jiyîn.
Di şexsê hevrê Cîhat-Mûstafa Mûhammed ê ji Efrînê de, hemû hevrêyên xwe yên di 26'ê Çileya 1999'an de di şerê li Bagokê de heta guleya dawî bi fedaî li ber xwe dan û şehîd ketin bibîr tînin û soz didin ku em ê li xaka ew lê şehîd ketine civakeek azad a xwedî xwerêveberiya demokratîk biafirînin.
Em hevrê Nûjîn-Zeynep Sanri ya di sala 1991'ê de li Şirnexê beşdar bû û di 26'ê Çileya 1992'an de li Bestayê di êrîşa hewayî ya dijmin de şehîd ket, bi rêzdarî bibîr tînin û soza azadkirina Botanê didin."
'EM Ê BÎRANÎNÊN WAN BI ŞOREŞÊ TACÎDAR BIKIN'
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Tevgera PKK’ê navê destana berxwedanê ya li Kurdistanê tê nivîsandin e. Û şehîdên PKK’ê yên ku lehengên di vê destanê de hatine afirandinin, nirxên me yên paye bilind ên vê destanê li çiya, deşt, gund û bajaran bi xwîna xwe nivîsandine. Di têkoşîna bênefer ev 40 sal in li hember faşîzmê tê meşandin de mîrateya şehîdan e ku yê hebûna me serketî dihêle, bêhnê dide. Hikûmeta AKP’ê û dewleta wê yê duh li Kobanê bi çeteyên DAIŞ’ê re têk çû, îro li Cizîr, Nisêbîn, Sûr, Silopiyayê jî û li her derê ku berxwedan lê serwer e wê dîsa têkçûnek mezin bijî. Tevî hemû êrîş, qetlîam û dorpêçan jî wê faşîzma AKP’ê di her kêlî û êrîşê de têkçûnê tam bike. Ji ber ku em li dijî mêtingerî, talan, desthilatdariyê, li dijî hebûnên edalet û wekheviyên wan tinene, tevgereke ku di mejî û jiyana xwe de xendekên kûr kolane. Divê Erdogan û tevahî hevkar û hevparên wî baş bizanibin ku her kî li Tirkiye û Kurdistanê hebûna men as nekin, ji bo hebûn û azadiya xwe em ê bi erjengî li ber xwe bidin û teqez bi ser bikevin.
Di vê meha Çileyê ya em tê re derbas dibin de em tevahî lehengên li Sûr, Cizîr û Silopiya ku berxwedan lê didome; her wiha ewladên gelê mey ê welatparêz ên bêyî welat û warê xwe biterikînin û di qadên berxwedanê de hatine qetilkirin bi rêzdarî û mînet bi bîr tînin. Em diyar dikin ku em ê bîranînên Sakîneyên li Parîsê, Sêvêyên li Silopiyayê sedema jiyana xwe bibînin û bi şoreşê tacîdar bikin, Em tevahî şehîdên xwe yên di Şoreşa Rizgarkirina Demokratîk a Kurdistanê de di şexşê şehîdê meha Çileyê de bi bîr tînin, bi rêzdarî silav dikin."