Li ser avahiya li Taxa Cûdiyê ya navçeya Cizîrê, 25 kesên birîndar û cenazeyê 2 kesan ên ku beriya 3 rojan ji ber topbarana hêzên dewletê birîndar bibûn û li benda rakirina nexweşxaneyê ne, êrîşên dijwar didomin.
Parlamenterê HDP’ê yê Şirnexê Faysal Sariyildiz li ser hesabê xwe yê Twîtterê peyamên ji birîndaran gihişte wî parve kir.
Peyamên ji birîndaran gihiştine Sariyildiz wiha ne: “Niha avahî bi ser me de hilweşandin, em di bêhngirtinê de zehmetiyê dikşînin. Deriyê avahiyê hilweşiya, xanî bi erdê re bûye yek. Her deqeyek dibuhirê mirov jiyana xwe ji dest didin. Apartman bi ser me de xera dibe, em nikarin bêhnê bigirin. Heyet amade be bila were, ma ka em çi bêjin.”
Hevserokê Meclîsa Gelê Cizîrê Mehmet Tûnç ê bi birîndaran re di qatê bodrûmê de ye û danê sibehê têkîlî pê re hat çêkirin, gotibû ku ji bo mudaxeleya birîndaran ti malzemeyên tibbî nemane, ji bo sekinandina xwîna birîndaran nikarin pembo bibînin, pembo ji balgîfan derdixin, bi vê ve hewl didin herikandina xwînê rawestînin.