Tevgera Goran wê tevlî civîna sibe ya li Hewlêrê nebe

Tevgera Goran da xuyakirin, ku ew ê tevlî civîna sibe ya lîderê PDK'ê Mesûd Barzanî bi partiyên siyasî re bike, nebin.

Tevgera Goran da xuyakirin, ku ew ê tevlî civîna sibe ya lîderê PDK'ê Mesûd Barzanî bi partiyên siyasî re bike, nebin. Parlamenterê Tevgera Goran Emîn Bekîr Mûhammed li ser biryara xwe ya tevlînebûnê ji ANF'ê re axivî û got, "Li gorî destûra bingehîn Mesûd Barzanî niha ne serokê herêmê ye. Lewma erka wî nîne ku van civînan bi wî navî pêk bîne. Ji ber vê yekê em ê tevlî nebin."

Mûhammed da zanîn ku sedema krîzên li herêmê krîza serokatiyê ye û got, "Eger dixwazin van krîzan çareser bikin, hingî divê li gorî destûra bingehîn tevbigerin. Ji ber ku Mesûd Barzanî niha kursiya serokatiyê dagir kiriye. Divê ji ser wê kursiyê rabe. Lewma çareseriya pirsgirêkê, tevgera li gorî destûra bingehîn e."

DIVÊ LI DEMA BERIYA 12'Ê COTMEHÊ VEGERE

Mûhammed diyar kir, ku ji bo partiyên di nava hikûmetê de vê pirsgirêkê binirxînin û ji nû ve dest bi civînên pêncalî bikin, pêwîste li dema beriya 12'ê Cotmehê vegerin. Bekîr axaftina xwe wiha dewam kir: "Di 12'ê Cotmehê de serokê parlamentê ji wezîfeyê hatibû dûrxistin. Lewma eger civîn wê ji nû ve destpê bike, divê li dema beriya 12'ê Cotmehê vegerin. Pêwîste parlament karibe ji nû ve karên xwe bidomîne. Krîza siyasî, krîza aboriyê ancax bi vî rengî çareser bibin. Di rewşa heyî de partiyekê dest daniye ser rêveberiyê û dixwaze her tiştî bi zorê bi partiyên din bide qebûlkirin. Lê em ê vê qebûl nekin."