KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
‘Li Cizîrê hejmara birîndaran bû 28, kesekî jiyana xwe ji dest da’
Li qada 10 kesên ku li Taxa Cûdî ya Cizîrê ya li mala topa tankê lê ket birîndar bibûn û di nav de yên bi giranî birîndar jî hene, ji danê sibehê ve li benda ambûlansê ne, ji ber êrîşên dijwar hejmara birîndaran zêde dibe. -
Li Şirnexê li hember êrîşan berxwedana gel
Li Taxa Dîcle ya Şirnexê dewleta Tirk bi çekên giran êrîş dikin, li Taxên Yenî û Cumhuriyetê gel bi çalakiyên dengderxistinê êrîşan protesto dikin. -
Dayika aştiyê ya birîndar: Naçim nexweşxaneyê, ez ê li ber xwe bidim
Dayika Aştiyê Îslîm Denîz a di meşa ber bi Cizîrê ve ji aliyê hêzên dewleta Tirk ve ji rûyê xwe birîndar bû, got: “Ruhê min bila bibe qurban ji bo ciwanên min, ew li hember tank û topan li ber xwe didin, birîna min sivik e." -
Nisêbîniyan ji bo Sûr û Cizîrê meş lidar xistin
Di meşa ku Nisêbîniyan ji bo Sûr û Cizîrê lidarxistin de, qetlîam hatin protestokirin û xwereveberî hatin silavkirin. -
Li Girê Mîra 2 kes hatin binçavkirin
Meşvanên Botanê yên li Taxa Girê Mîra ya Nisêbînê di berxwedana nobedê de ne, li ser dijwarbûna êrîşan ber bi Cizrê ve ketin meşê, hêzên dewleta Tirk bi bombeyên gazê û ava şid êrîş kirin û 2 kes binçav kirin. -
Li pêşiya KE çalakiya rûniştinê ya 3 rojan wê bê lidarxistin
Li bajarê Strasboûrg ê Fransayê di pêşengtiya KCD-E de wê li pêşiya Konseya Ewropa çalakiya rûniştinê ya 3 rojan bê lidarxistin. -
Çalakiyên silavkirina berxwedanên xwerêveberiyê didomin
Li bajarên Hannover, Giessen, Bûrûchsal ê Elmanya û Marsîlya yê Fransa berxwedanên xwerêveberiyên Kurdistanê hatin silavkirin, terora dewleta Tirk hat neletkirin. -
Li Sûrê hêzên dewletê kesekî din qetil kirin
Li navçeya Sûr a Amedê leşker û polîsên Tirk bombeavêjek avêtin malekê, di encam de şêwat derket. Di şewatê de kesekî kal ê navê wî nehat zelalkirin jiyana xwe ji dest da. -
Li Cizîrê herî kêm serbazek mir
Di şerê di navbera hêzên dewletê yên hewl dan bikevin taxa li Cizîrê û hêzên YPS’ê de herî kêm serbazek mir. -
Îmret, serbest hat berdan
Hevşaredara Cizîrê Leyla Îmret a duh li Cizîrê hat binçavkirin serbest hat berdan. Hat ragihandin ku sedema binçavkirina Îmret a ji ber îfadeyek ji beriya niha dabû ji ber neketibû qeydan hatiye binçavkirin. -
Polîs û leşkeran êrîşî meşvanên Botanê kir/ HAT NÛKIRIN
Piştî ku danê vê sibehê di topbaranê de 10 kes li Cizîrê birîndar bûn, gelê li taxa Girê Mîra ya Nisêbînê disekinî, berê xwe da Cizîrê û dest bi meşê kir rastî êrîşa hêzên dewletê hat. -
Însiyatîfa Gelê Amedê banga serhildanê kir
Însiyatîfa Gelê Amedê li dijî polîtîkayên qetlîamê yên dewleta Tirk banga serhildanê kir. -
Zarok li Dêrikê di aktîvîteya moralê de hatin cem hev
Li Dêrikê zarok di aktîvîteya moralê ya ji aliyê Komaleya Alîkarî û Piştevaniya Rojava de hatin cem hev. -
Li Parîsê ji bo Çelîk û Kaplan bîranîn
Li Parîsê Mazlûm Çelîk ê YPG’yî û Mehmet Kaplan ê li Cizîrê hat qetilkirin hatin bîranîn. -
Li Cizîrê ji birîndaran agahî nayê girtin
Li Taxa Cûdî ya Cizîrê 10 kesên ku di maleke topa tankê lê ket de birîndar bûn û di nav de yên bi giranî birîndar jî hene, ji ber êrîşên giran hê ranekirine nexweşxaneyê. -
Jinên ku li Elmanya dijîn, wê rêxistina ban ava bikin
Jinên Kurd ên li tevahiya Elmanya xwe bi awayê meclîs, komun, komaleyan bi rêxistin dikin, wê rêxistina ban ava bikin. -
Li Nisêbînê 2 welatî hatin binçavkirin
Li Nisêbînê du welatiyên di hûndirê wesayîtekî de hatin rawestandin ji aliyê polîsan ve hatin binçavkirin. -
'Tecrîda li Îmraliyê li Sîlîvriyê didome'
Di çalakiya "rûniştina F" ya vê hefteyê de rojev pêkanînên tecrîdê ya li Girtîgeha Sîlîvriyê bû -
Korkmaz ê birîndar jiyana xwe ji dest da
Welatiyê bi navê Hasan Korkmaz ê ku li Nisêbînê di êrîşên qirkirinê yên 14 rojan de ji aliyê hêzên dewletê ve hate birîndarkirin û 55 rojan di beşa lênêrîna giran de hate dermankirin jiyana xwe ji dest da. -
NPG: Li Kurdistanê di çarçoveya şerê pîskolojîk de, îstixbarata Tirk çalakiyên porvakatîf li dar dixin
NPG, ragihand ku têkildarî êrîşên li hember dibistana Baglarê dest bi lêkolînên berfireh û lêpirsînê kirine, li gorî encama gihiştine, diyar kir ku êrîş ji aliyê hêzên îstixbarata Tirk ve pêk hatine. -
Hêlîn Oncu sewqî Mêrdînê hate kirin
Hêlîn Oncu ya ku li navçeya Cizîrê ji aliyê hêzên dewletê ve hate birîndarkirin û piştî ku DMME'yê biryara tedbîrê da rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê, sewqî Nexwşexaneya Dewletê ya Artukluyê hate kirin. -
YDG-H: Berxwedana me bê navber didome / HAT NÛKIRIN
YDG-H di daxuyaniya xwe de têkîldarî çalakiyên xwe yên li dijî hêzên dewleta Tirk agahî dan. -
Hêzên dewleta Tirk li Nisêbînê gel da ber guleyan
Li Nisêbînê ji wesayîta zirxî bi deqeyan gule li ser gel hat reşandin. -
Dayîkên Şemiyê cara 565’emîn jî li Galatasarayê bû
Dayîkên Şemiyê cara 565. li Galatasarayê kom bûn. Ji bo Abdûllah Canan ê Colemêrgî yê ku beriya 20 salan hatibû binçavkirin û qetilkirin, zarokê wî gotin: “Bavê me bi rûmeta xwe dijiya, ji ber vê hat qetilkirin.” -
Li Şirnexê 2 ciwan hatin binçavkirin
Li ser rêya Cizîr-Şirnex polîsên Tirk wesayîtek rawestand û 2 ciwan binçav kirin.