Li Şirnexê li hember êrîşan berxwedana gel

Li Taxa Dîcle ya Şirnexê dewleta Tirk bi çekên giran êrîş dikin, li Taxên Yenî û Cumhuriyetê gel bi çalakiyên dengderxistinê êrîşan protesto dikin.

Li Taxa Dîcle ya Şirnexê dewleta Tirk bi çekên giran êrîş dikin, li Taxên Yenî û Cumhuriyetê gel bi çalakiyên dengderxistinê êrîşan protesto dikin.

Îro danê evarî hezên dewleta Tirk li hember Taxa Dîcle bi wesayîtên zirxî ve dest bi gulereşandinê kirin. Hezên YPS'ê jî bersiv dan van êrîşan û cîh bi cîh şer derketin.

Welatiyên li Taxa Yenî jî li hember êrîşên qetlîamwarî çalakiya dengderxistinê li dar xistin. Piştî çalakiya dengderxistinê ciwan û gelê taxê kom bûn û govenda berxwedanê gerandin.