Hêzên dewleta Tirk li Nisêbînê gel da ber guleyan

Li Nisêbînê ji wesayîta zirxî bi deqeyan gule li ser gel hat reşandin.

Taxa Abdulkadîr ya navçeya Nisêbîn a Mêrdînê ku berxwedana xwerêveberiyê lê didome, hêzên dewletê ji wesayîtên zirxî gule li ser gel reşandin.

Ji wesayîta zirxî ya li nêzî nexweşxaneya kevn hatiye bicihkirin, bi deqeyan Kolana Kanarya hate gulebarandin.

Di êrîşê de bi şansê ti tişt bi ti kesî nehat, gel bi dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” û “Bijî YPS” ve êrîşan protesto dike.