KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Li Berlînê Kurd, Tirk û Elmanan bang li Davûtoglû kirin: Qatil!
Serokkomarên Elman û Tirk Angela Merkel û Ahmet Davûtoglû îro saet 12.00’an li avahiya serokwezîrtiyê ya li paytext Berlînê civiyan. -
Li Rihayê polîsan ava jehrî bi belavkarê rojnamevanan da vexwarin
Li Rihayê polîsan belavkarê rojnamevanê Azadiya Welat û Ozgur Gundem Şahîn Ceyran derb kir û ava jehrî pê dan vexwarin. Ceyran ê ava bi derman danê rakirin nexweşxaneyê û mada wî hat şuştin. -
YPG’ê nasnameyên 2 têkoşeran eşkere kir
Navenda Çapemeniya YPG’ê nasnameyên 2 şervanên xwe yên ku di rizgarkirina Bendava Tişrîn de jiyana xwe ji dest dane. -
Dayika Poçal ê hat qetilkirin: Serê Serokê me Ocalan sax be
Ahmet Tûnç, Mehmet Kaplan û Endamê Meclîsa Şaredariya Cizîrê Abdûlhamît Poçal ên li Cizîrê di terora dewletê de hatin qetilkirin, li Şirnexê ber bi rêwîtiya dawî hatin oxirkirin. -
Di merasîma cenazeyên Oran û Sevîktek de banga xurtkirina berxwedanê hat kirin
Berxwedêrên Sûrê Îsa Oran û Mesût Sevîktek ên cenazeyên wan 28 rojan di destê hêzên dewleta Tirk de man, hatin oxirkirin. -
KNK'ê 70. salvegera damezrandina Komara Mahabedê pîroz kir / HAT NÛKIRIN
KNK'ê 70. salvegera damezrandina Komara Mahabadê pîroz kir. Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ser berxwedana li Bakurê Kurdistanê û hat destnîşankirin, ku xwedîderketina li vê berxwedanê erka neteweyî ye. -
'Ya dorpêçî wê bişikê û ji hev bikeve yan jî her der wê bibe Botan'
Meşvanên Botanê diyar kirin, ku ew ê xeleka berxwedanê ya li Pirsûsê ji bo Kobanê hat avakirin, li dora Botanê jî ava bikin û got, "Me çawa Kobanê parast, em ê Botanê jî bi heman rengî biparêzin." -
Hêzên dewleta Tirk li Cizîrê ciwanek birîndar kirin
Li taxa Cûdî ya Cizîrê, bi guleya hêzên dewleta Tirk ciwanê bi navê Cîhan Karaman birîndar bû. -
Hevşaredara Cizîrê Îmret hat binçavkirin
Hevşaredara Cizîrê Leyla Îmret hat binçavkirin. -
Balafirên şer li ser Qendîlê digerin
Balafirên şer ên Tirk, li ser Qendîlê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê digerin. -
Tevgera hewayî û bomberdûman dewam dikin
Êrîşên artêşa Tirk ên bi obus, hawan û tankan li hemberî Herêmên Parastinê yên Medyayê û tevgera hewayî dewam dikin. -
YPS Nisêbîn hişyarî da cerdevanan
YPS Nisêbîn bi daxuyaniyek nivîskî, navê cerdevanên tevlî şerê topyekûn ê li dijî gelê sivîl dibe aşkere kir û bang li wan kir ku bes tevlî operasyonan bibin. -
Berxwedana Cizîra Botan di roja 40. de didome
Berxwedana xwerêveberiya gelê Cizîrê di roja 40. de ye. Hêzên dewleta Tirk jî bê navber topan diavêjin nava taxên berxwedanê. Parlamenterê HDP'ê yê Şirnexê Ferhat Encu xwest bikeve nava navçeyê, lê hêzên dewletê nehiştin. -
'Nobeda Spî' ya ji bo Sûrê di roja 30. de ye
'Nobeda Spî' ya kedkarên tenduristiyê, ku ji ber xizmeta tenduristiyê li herêmên xwerêveberiyê ji aliyê hêzên dewletê ve tê astengkirin dan destpêkirin, di roja 30. de dewam dike. -
Ciwanên Azad Hambûrg ji bo Meşa Dirêj banga tevlîbûnê kir
Ciwanên Azad Hambûrg, ji bo Meşa Dirêj a 7'ê Sibatê destpê dike, banga tevlîbûneke xurt kir. -
Gevriye: Rêveberiya xweseriya demokratî nebe li Sûriyeyê çareserî nabe
Alîkara Serokê Meclîsa Rêveber a Kantona Cizîrê Elîzabet Gevriye got, "Nirxên rêveberiya xweseriya demokratîk, neteweya demokratîk û projeya wê ya çareseriyê ye. Ev yek ji bo hemû gelên Sûriyeyê yekane rêya çareseriyê ye." -
Avahiyên DBP û Şaredariyê weke baregehê hatin bikaranîn
Di 37 rojên dorpêçî û terora dewleta Tirk a li ser Silopiyayê de, polîs û leşkerên Tirk dibistan, îbadetxane, avahiyên gel, şaredarî û avahiyên partiyan ji xwe re kirin bargeh. -
Tanka li Sûrê derb lê hat xistin ji navçeyê hat derxistin
Tanka leşkerî ya li Sûrê derb lê hat xistin, bi maşînên zirxî ji navçeyê hat derxistin. -
Rojnamevanê Fransî yê hat Silopiyayê: Ewropa û DMME komkujiyê ji nedîtî ve tên
Rojnamevanê Fransayê Qûetîn Aliyadî, ku êrîşên qirkirinê yên 37 rojan li Silopiyayê şopand, da xuyakirin ku komkujiyên li herêmê diqewimin bi têrkerî nayên bihîstin. -
Kurê dayika Taybet: Gelê berxwedêr bi ser ket, zalim têk çûn
Kurê Dayika Taybet (57) a cenazeyê wê bi rojan li naverastê hat hiştin Omer Înan diyar kir, ku wêneyê dayika wî ya bi rojan li naverastê hat hiştin, asta komkujiya li Silopiyayê hat kirin, raxist pêş çavan. -
Malbatên Kanat û Eren ên berxwedêr: Gelê Silopiyayê bi ser ket, ne ew!
Cenazeyên zarokên bi navê Axîn Kanat (16) û Reşît Eren (17) ên di êrîşa 20'ê Kanûnê ya li taxa Nûhê de jiyana xwe ji dest dan, li dû otopsiyê piştî 33 rojan li Silopiyayê hatin veşartin. -
DBP'yiyê gotina aştiyê ya Ocalan li avahiya bajêr daliqand, bi 10 mehan hat cezakirin
Hevserokê berê yê DBP'ê yê Wanê Çalli, ji ber ku gotina "Lihevkirin ji şerkirinê zehmettir e. Di şer de em netirsiyan, di aştiyê de jî em ê netirsin" a Rêberê Gelê Kurd Ocalan li avahiya bajêr daliqand, bi 10 mehan cezayê girtîgehê hat cezakirin. -
Rojnamevan Sorgul: Medya Rojava hêviyê dide mirovan
Rojnamevan Rêşad Sorgul diyar kir, ku li Rojava medya Kurd bi pêş ketiye û got, "Tevî zor û zehmetiyan jî, nifşekî ciwan û dînamîk heye. Xebatên vî nifşî, ji bo medya Rojava hêviyê dide mirovan." -
'Bêyî azadiya Rêber Apo û qebûlkirina xweseriya demokratîk êdî nabe'
Endamê Dîwana Edaletê ya KCK'ê Şoreş Şankan bal kişand ser tecrîda şidandî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û got, "Eger carek din muzakere destpê bike, wê şertê destpêkê azadiya Rêber Apo û qebûlkirina xweseriya demokratîk be." -
Li Cizîrê Helîn Oncu ya birîndar bibû rakirin Şirnexê
Helîn Oncu ya li Cizîrê ji aliyê hêzên dewleta Tirk ve hat birîndarkirin û derbarê wê de ji aliyê DMME’yê ve biryara tedbîrê hat girtin, rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê. Hat ragihandin ku xeteriya jiyana Once didome.