Dayika Poçal ê hat qetilkirin: Serê Serokê me Ocalan sax be

Ahmet Tûnç, Mehmet Kaplan û Endamê Meclîsa Şaredariya Cizîrê Abdûlhamît Poçal ên li Cizîrê di terora dewletê de hatin qetilkirin, li Şirnexê ber bi rêwîtiya dawî hatin oxirkirin.

Ahmet Tûnç, Mehmet Kaplan û Endamê Meclîsa Şaredariya Cizîrê Abdûlhamît Poçal ên li Cizîrê di terora dewletê de hatin qetilkirin, li Şirnexê ber bi rêwîtiya dawî hatin oxirkirin. Dayika Kaplan Ayşe Kaplan li goristanê axivî, got “Bila serê Serokê me Abdullah Ocalan sax bî. Bila bizanibe em şopdarên wî ne”, kurê Tûnç Adem Tûnç jî wiha got: “Ez ê têkoşîna bavê xwe bidomînim.”

Ahmet Tûnç, Mehmet Kaplan û Endamê Meclîsa Şaredariya Cizîrê Abdûlhamît Poçal ên di rojên bihurî li navçeya Cizîrê ya Şirnexê di terora dewletê de hatin qetilkirin, li Şirnexê ber bi rêwîtiya dawî hatin oxirkirin. Bi hezaran kesî ku di nav de parlamenterên HDP’ê Leyla Bîrlîk, Tûba Hezer, Abdûllah Zeydan û Ferhat Encû jî cih girtin, piştî karên otopsî yên li Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê cenaze wergirtin, ber bi Goristana Nalaro ya li Taxa Bahçelîevler ve ketin meşê.

BIRATIYA YÊ LI HEMBER QETLÎAMÊ BÊDENG DIMÎNE BI GÛMAN E’

Girseyê darbest bi alên kesk, sor û zer pêçayî hilgirt ser milên xwe, bi dirûşmeyên, “Ey Şehîd Xwîna Te Li Erdê Namîne”, “Bijî Serok Apo” û “Em Ê Bi Berxwedanê Bi Ser Kevin” ve heta goristanê meşiyan. Piştî rêzgirtina û xwendina sirûda Ey Reqîp, li goristanê mafê axaftinê destpêkê Berdevkê MEYA-DER ê Botanê Mela Kasim Yîgît wergirt, destnîşan kir ku li dijî faşîzma li Kurdistanê êdî axaftin bi dawî bûye.

Yîgît bi bîr xist ku di terora dewletê de li Cizîr û Silopiya zêdetirî 110 ciwan, jin, zarok, kal ê sivîl hatine qetilkirin, wiha dom kir: “Botan kirin gola xwînê. Bi sedan zarok yetam hiştin. Ji milekî jî bêdengî serwer e. Yên li hember bûyerên li Botanê bêdeng in, biratiya wan jî bi gûman e. Li hember vê zilmê wê heta kengî bêdengî hebe?”

‘ÎRO ZIVISTAN E, SIBEHÊ WÊ BIHAR WERE’

Piştî Yîgît, mafê axaftinê Parlamenterê HDP’ê yê Şirnexê Ferhat Encu wergirt, got Botan sembola berxwedana Kurdistanê ye û bi mehan e bi wehşetekê re rû bi rû ye. Encu wiha dom kir: “Li Cizîr û Silopiyayê wehşetek heye. Ev dewlet bi tank û topên xwe tên ser gelê me û qetil dike. Yê vê wehşetê pêk tînin divê bizanibin ku îro zivistan e, sibehê bihar e. Ewladên Botanê li dijî wehşetê mirovahiyê diparêzin, nirxên mirovahiyê diparêzin. Ev berxwedana wan jî wê bidome.”

 ‘BILA SERÊ SEROKÊ ME OCALAN SAX BE’

Piştre dayika Mehmet Kaplan, Ayşe Kaplan mafê axaftinê wergirt, wiha axivî: “Heta dilopa xwîna xwe ya dawî em di rêya şehîdên xwe de ne. Ev ne şehîdê min ê yekem e. Bila serê gelê Kurd sax be. Bila serê Serokê me Abdullah Ocalan sax be. Bila bizanibe ku em şopdarê wî ne.”

Birayê Abdûlhamît Poçal, Huseyîn Poçal jî wiha got: “Bila serê gelê me sax be. Birayê min ne tenê şehîdê me ye, şehîdê Kurdistanê ye.” Kurdê Tûnç, Adem Tûnç jî diyar kir ku bavê wî axa xwe neterikandiye, wiha bi bîr xist: “Bila bavê min jî û yên wê qetil kirine jî bizanibin, ez ê têkoşîna bavê xwe bidomînim.”

Piştî axaftinan Kaplan, Poçaş û Tûnç li gel berxwedêrên din ên xwerêveberiyê hatin defnkirin. Piştre girse ji goristanê veqetiya.

...