Avahiyên DBP û Şaredariyê weke baregehê hatin bikaranîn

Di 37 rojên dorpêçî û terora dewleta Tirk a li ser Silopiyayê de, polîs û leşkerên Tirk dibistan, îbadetxane, avahiyên gel, şaredarî û avahiyên partiyan ji xwe re kirin bargeh.

Di 37 rojên dorpêçî û terora dewleta Tirk a li ser Silopiyayê de, polîs û leşkerên Tirk dibistan, îbadetxane, avahiyên gel, şaredarî û avahiyên partiyan ji xwe re kirin bargeh. Hêzên dewletê ku zerareke gelekî mezin dan van cihan, ji van avahiyan her şêwe çekên giran li dijî berxwedêran bi kar anîn. Mizgeftên ku gelek Quran lê zerar dîtin, ketine rewşeke welê ku îbadet nema lê dibe. Li avahiyên jorî navçeyê jî welatî bi zorê ji malan hatin derxisitn û ev der jî ji xwe re kirin çeper. Hêzên dewleta Tirk bi dehan avahî bi vî rengî ji xwe re kirin baregeh û zerareke mezin dan van xaniyan.

Liv û tevgera maşînên zirxî yên li navçeyê dewam dike. Li Siloiyayê çend ji avahiyên ji aliyê hêzên dewletê ve weke baregeh hatin bikaranîn û bûne ku êdî nema dikarin werin bikaranîn ev in: Otela Ozenler, Dibistana Seretayî ya 23 Nîsan, Dibistana Seretayî ya Sevgî, Lîseya Îmam Hatîp, Dibistana Seretayî ya Senan îdîn, Dibistana Seretayî ya Dîcle, lojmanên Tokî, Lîseya Pîşeyî ya Teknîkê ya Keçan, Lîseya Îmam Hatîp a Habûr, avahiya DBP'ê ya Navçeya Silopiyayê û avahiya Şaredariya Silopiyayê.