KNK'ê 70. salvegera damezrandina Komara Mehabadê pîroz kir. Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ser berxwedana li Bakurê Kurdistanê û hat destnîşankirin, ku xwedîderketina li vê berxwedanê erka neteweyî ye.
Konseya Rêveber a Kongreya Neteweyî ya Kurdistan têkîldarî 70. Salvegera Komara Kurdistanê daxuyaniyek nivîskî weşand û salvegera damezrandina damezirandina Komara Kurdistanê silav kir.
KNK’ê bi bîr xist ku îro 70 sal di ser damezirandina Komara Kurdistanê ya li Mehabadê derbas dibe û wiha got: “Gelê Kurd li Kurdistanê û li her cihekî ku Kurd lê dijîn, bi şanazî damezirandina Komara Mehabadê bi bîr tînin. Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê li pêş giyanên hemû têkoşerên pakrewanên ku ew Komar damezirandine û heta dawiya jiyana xwe berevaniya wê kirine."
Konseya Rêveber a Kongreya Neteweyî ya Kurdistan ragihand ku emrê Komara Demokratîk a Kurdistanê bi tenê 11 mehan dewam kir û got, "Lê belê ji aliyê hişyarî ya siyasî, civakî, çandî, leşkerî û xweparastina Gelê Kurd ve pir girîng e. Di heman demê de, di gelek aliyan de ders, ezmûn û heçanên giranbiha ji me re mîrat hiştin. Divê rêxistinên neteweyî yên Kurdan bi şêweyeke cidî van rûmetan binirxînin. "
KNK’ê bal kişand ser şert û mercên Komara Kurdistanê lê hat damezrandin û wiha dewam kir: "Komara Kurdistanê di nav şert û mercên pir aloz ên herêmî û navneteweyî de hat damezirandin. Di vê demê de hêzên cîhanî yên desthelatdar dixwestin ku bazarên cihanê ji nû ve parve bikin. Komara Mehabadê ya Kurdistanê jî di vê navberê de bû qurbana berjewendiyên hêzên rikeber ên cihanê. Helbet hin sedemên sereke yên hilweşandina Komara Kurdan a Mehabadê hene. Bi gelemperî ji wan sedeman a herî mezin neamadebûna Gelê Kurd a rêxistiniya siyasî û leşkerî bû. Her çendê li Rojhilata Kurdistanê Gelê Kurd ji bo barê azadiyê hilgire, hinekê amade bû jî, lê ji ber mercên navneteweyî yên neguncav temenê Komarê zêde dirêj nekir. "
Daxuyanî wiha radigihîne: "Heçanên Komara Mehabadê ji bo nivşên nû yên Kurd pend û şiretên pir giranbiha ne. Heta di serdema niha de Kurdistan û derdorên wê di heman rewşê de ye, heman şert û merc îro jî derketine holê. Ne Kurd Kurdên berê ne, ne jî hişmendî ya berê ye. Ji ber ku daxwaza azadiyê bi hêztir û berfirehtir e. Gelê Kurd ji aliyê siyasî û rêxistinî ve di asteke bilind de ye. Ji aliyê leşkerî ve jî xwediyê strajî û taktîkên hemdem e. Kurd, îro bûne aktorê sereke yê Rojhilata Navîn û cihanê. Ev hemû nirxên hêja bi saya rêveberiya dilsoz û nûjen hatine bidestxistin.
Her çendî pêşketinên Gelê Kurd yên berbiçav hebin jî, hin kêmasî jî hene ku ew dikarin bibin sedemên mirin û mayînê. Kemasiya mezintirîn neserûberbûna yekbûna Neteweyiya Kurdan e. Belê, eger yekgirtina neteweyî, stratejî û rêbazên hevbeş yên rêxistinên Kurdan tunebin, hemû destkeftiyên xwe winda dikin. Jixwe, êrişên dagirkerên Kurdistanê, hevalbendên wan ên herêmê û maşeyên wan ên terorîst ji bo deskeftiyên Gelê Kurd têk bibin, didome. Ew bi hemû stratejî û taktîkên xwe, dîplomasî û cur bi cur hewldanên xwe yên genî li hemberî Kurdan bi kar tînin."
Di daxuyaniyê de rewşa her çar parçeyê Kurdistanê wiha hat nirxandin: "Îro êrîşên Dewleta Tirk li ser sê parçeyên Kurdistanê didome. Jixwe, li Bakur bi hemû hêzên xwe yên siyasî, leşkerî û bi amûrên teknolojiya şer ên hov li dijî gelê me bi kar tîne. Bi tank û top û balafiran dixwaze gund û bajarên Kurdistanê tarûmar bike. Di encama van êrişên hov û dirende de bi sedan jin û zarok, kal û mêr hatin kuştin. Li hember terora Dewleta Tirk a mêtinger Gelê Kurd berxwedan û berawaniyeke bêhempa dimeşîne. Her wiha li dijî êrişên Dewleta Tirk a di rêveberiya Erdogan de, divê em yekdil û yekmil bin. Erka me ya neteweyî ya sereke, pişgiriya Gelê Bakurê Kurdistanê yê bexwedar e.
Ev çend sal in, li Rojavaya Kurdistanê şerê hebûn û tunebûnê yê li dijî terorîstan hê jî didome. Dewletên mêtinger Tirkiye, Sûriye û hevpeymanên wan tevliheviyan çêdikin û dixwazin destkevkiyên gelê me yê Rojava ji holê rakin. Pirsgirêkên Başûrê Kurdistanê jî hîn çareser nebûne. Qeyrana aborî, siyasî û rêxistiniya gelemperî wek xetereke mezin li pêş e. Kiryardarên van aloziyan jî bêguman dewletên mêtinger ên Kurdistanê ne.
Kiryarên kuştin, darvekirin û zîndanîkirina Kurdan, bi destê rejîma Îslamê ya Îranê her diçe bêtir dibe û didome. Bi siyaseta tunekirina hêzên berxwedar ên Kurdistanê li Îranê bûye karê rojane. "
Konseya Rêveber a Kongreya Neteweyî ya Kurdistan daxuyanî wiha bi dawî kir: ”Her wiha girîng e, bîranîna Komara Kurdistanê ya Mehabadê ji bo hemû Gelê Kurd bibe pêngavake xurt a yekîtiya neteweyî di qada rêxistinî, siyasî, leşkerî û dîplomasiyê de.
Em li pêş 70 saliya damezirandina Komara Kurdistanê ya Mehabadê rêz digirin!"